Balafirên şer careke din li ser Deraayê digerin

Ji saetên vê sibê ve careke din balafirên şer li ser asîmanê herêma Deraayê geriyan û gelek derbeyên hewayî li ser herêmên rojhilatê gundewarên Deraayê pêk anîn.

Balafirên şer careke din li ser Deraayê digerin
8 tîrmeh, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku îro di saetên berbangê de careke din balafirên şer li ser asîmanê parêzgeha Deraayê geriyan.

Her wiha derbeyên hewayî li ser herêmên bajarokê Um El-Meyazin û derdora aliyê rojhilatê gundewarên Deraayê bi fûzeyan û qazanên teqemenî pêk hat.

Hêzên rêjîmê her wiha derdora bajarok topbaran kir. Ji aliyê din ve jî balafirên şer îro di saetên sibê de bajarê Deraayê topbaran kir. Di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Topbarana li ser herêmê piştî rojekê ji agirbestê hate kirin. Ji roja Înê ve bêdengî li parêzgehê çêbibû. Li hêviya bendên lihevkirinê ne ku agirbest çêbe û komên çekdar çekên xwe li ser çend beşan radest bikin û şêniyên gund û bajarokên di bin serweriya hêzên rêjîmê de li malên xwe vegerin.

Navenda Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî ber bi korîdora Nesîn a li ser sînorê Urdinê ve birin.

Aliyê Rûsî bi komên çekdar re lihevkirin hişt ku hêzên rêjîmê gelek herêmên Deraayê heta korîdora Nesîn a li ser sînorê Urdunê bixin bin serweriya xwe. Bi vê yekê hezên rêjîmê û polîsên leşkerî yên rûsî derbasî wê derê bibin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku dengê teqînan li herêma Nesîb û gundên derdora wê ji aliyê Sûriyê ve li ser sînorê Urdinê hate bihîstin.

(bx/ew)