Li Kampa Berxwedan kampanyaya paqijiyê

Bi dehan şêniyên ku li Kampa Berxwedan dimînin, dest bi kampanyaya paqijiyê kir da ku nexweşî li kampê belav nebin.

Li Kampa Berxwedan kampanyaya paqijiyê
Li Kampa Berxwedan kampanyaya paqijiyê
Li Kampa Berxwedan kampanyaya paqijiyê
Li Kampa Berxwedan kampanyaya paqijiyê
8 tîrmeh, 2018   10:31

ŞEHBA

Ji bo parastina ji nexweşiyên ku ji qirêjiyê çêdibin, bi dehan şêniyên ku li Kampa Berxwedan a herêma Fafîn a kantona Şehbayê dimînin, bi tevlêbûna endam û serokên saziyan dest bi kampanyayeke paqijiyê kir.  

Jina bi nave Hacir Silêman ku beşdarî kampanyayê bûye, da zanîn ku ev kampanya gaveke pir erênî ye. Di kampanyayê de 70 endam kar dikin û armanca wan ew e ku kampê ji nexweşiyên ku ji qirêjiyê tên biparêzin. Kampanya dê di mehê de du caran pêk were.

(cu/ew)

ANHA