QSD`ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir

QSD’ê daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê bi siwareyeke bombebarkirî êrîşî bendeke kontrolê kiriye û di encamê de şervanê wan ê bi navê Mihemed Salih şehîd  bûye.

QSD`ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir
8 tîrmeh, 2018   09:34

NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku dema şervanên wan li herêma Bisêra ya Dêrazorê bi erka xwe radibûn, çeteyên DAIŞ’ê bi siwareyeke bombebarkirî êrîşî wan kiriye û di encamê de şervanê wan ê bi navê Mihemed Salih şehîd bûye. Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Dema ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Bisêra ya Dêrazorê bi erka xwe ya leşkerî radibûn, çeteyên DAIŞ`ê benda kontrolê bi erebeyeke bombebarkirî armanc girt û di encamê de şervanê me Mihemed Salih şehîd bû.

Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan hetanî serkeftinê didin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Salih
Nasnav: Seqir
Navê dê: Fatima
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Herêma Bisêra – 06.07.2018