Li Biradostê bi dehan donimên daristanê şewitîn

Ji ber bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker, bi dehan donimên daristanên herêma Biradostê şewitîn.

Li Biradostê bi dehan donimên daristanê şewitîn
8 tîrmeh, 2018   09:04

 NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî sivîl û xwezaya başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Balafirên şer ên tirk bombe li qadên Helkêla û Çiyayê Dêliyan ên herêma Biradostê barandin. Ji ber bombebaranê şewat derket û agir bi daristana ji dehan donimî ket. Zeviyên gundên Nawmêrgan û Helgêlanê jî şewitîn.

Gundiyan xwest şewatê vemirînin, lê belê leşkerên artêşa tirk gule li wan barandin. Destûr nehate dayîn ku welatî şewatê vemirînin.