'Daxuyaniya Barzanî piştgiriya şerê li dijî kurdan dike'

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya der barê dagirkeriya artêşa tirk li başûrê Kurdistanê de şermezar kir û diyar kir ku ev daxuyanî bêberpirsyarî ye, ji ber ku Tirkiye hewl dide projeyên demokratîk çi li Başûr û çi jî li Bakurê Sûriyeyê têk bibe. Her wiha destnîşan kir ku kiryarên Tirkiyeyê ne tenê li dijî partiyekê ne, lê belê dijberiya gelê kurd û doza wî dike.

'Daxuyaniya Barzanî piştgiriya şerê li dijî kurdan dike'
8 tîrmeh, 2018   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva daxuyaniya serokwezîrê Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya der barê PKK’ê û êrîşên artêşa tirk li dijî başûrê Kurdistanê de da û şermezar kir.

Daxuyaniya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê wiha ye:

"Serokê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ya 4'ê Tîrmeha 2018'an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek 'dagirker' bi nav kir û got ku sedema çalakiyên leşkerî yên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê dagirkeriya PKK'ê li herêmên başûrê Kurdistanê ye ku van herêman wek baregeh ji xwe re bi kar tîne û li dijî Tirkiyeyê êrîşan pêk tîne.

Barzanî her wiha got ku ji ber şer û pevçûnên çalakiya leşkerî ya Tirkiyeyê û aliyên din welatî dibin qurbanî  û xemgîniya xwe anî ziman û wiha gotiye; em bikaranîna axa başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên li dijî dewletên cîran qebûl nakin. Barzanî hewl da ku çalakiya leşkerî ya Tirkiyeyê di axa başûrê Kurdistanê de rewa nîşan bide.

Evan daxuyanî û bi taybet pênasekirina PKK'ê bi 'dagirkeriyê' ne pêkan e bi awayekî berpirsyar were nirxandin, nemaze Tirkiyeyê aşkera li dijî hemû proje û tevgerên kurdî yên demokratîk li herêmê û bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tev digere.

Li Kurdistana Iraqê ne pêkan e rola neyînî ya Tirkiyeyê di têkşikandina referanduma serxwebûnê de were jibîrkirin. Tirkiye bi hemû hêza xwe hewl dide projeyên Kurdî têk bişkîne. Me piştgiriya projeya serxwebûnê û mafê rewa yê gelan kir. Lê Tirkiye ku gelek baregehên wê li başûrê Kurdistanê hene bi awayekî hişt li dijî projeya serxwebûnê derket û dê di her demê de li dijî projeyên kurdî derkeve. Gelo ev yek jibîrkirinek e yan stûxwariya li hemberî Tirkiyeyê ye?

Li rojavayê Kurdistanê-bakurê Sûriyeyê, êdî aşkera ye ku Tirkiye hewl dide projeya demokratîk bişkîne, ev yek di dagirkirina Efrînê de herî zêde zelal bû. Niha Tirkiye hewl li herêmên din jî projeya demokratîk têk bişkîne. Armanca Enqereyê di asta herî jor de têkşikandina doza kurdî ye û piştre çavbirçîbûna Erdogan a vejandina osmaniyan tê.

Mijar ne tenê girêdayî partiyeke kurdî ye, lê belê girêdayî hemû kurdan û doza wan e, çi li dijî PKK'ê  û çi jî li dijî partiyekî din a Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Tirkiye bi rêya rêjîmên xwe yên berê û yê herî qirêj rêjîma di serdema Erdogan de îspat kir ku ew tenê şerê aliyekî kurdî nake lê belê li dijî hemû kurdan dixebite û hewl dide projeyên wan ên rewa bişikîne. Tirkiye bi kurtasî jiyîna kurdan û doza wan naxwaze.

Têkliyên aborî ku herêma başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve girê dide, dibe ku hincetek be, lê ev nayê wateya ku dest ji doza cewherî ya Kurdî were berdan da ku berdewamkirina vê têkliyê were çespandin. Rêvekirina li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê û şerê li dijî birayan li parçeyên Kurdistanê û rewakirina çalakiyên leşkerî yên dagirkeriyê li dijî vê biratiyê, tenê di van du vebijêran de tê pênasekirin û herdu jî tal in. A yekemî destberdana ji rêbazên kurdiyatî û dozên wê yên cewherî û netewî û ya duyemîn jî stûxwariya li hemberî siyasetên Tirkiyeyê û projeyên wê ye. Em dibînin ku ev her du vebijêrk şaşiyên mezin in û dijberiya rêbaza Barzaniyê Nemir e ku em nas dikin.

Em wek Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê van daxuyaniyên serokê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin. Di vê dema niha de ji her demekê bêtir pêdivî bi hevgirtin û hevbendiya kurdan heye da ku komployên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bêne pûçkirin. Em bang li birêz Nêçîrvan Barzanî dikin ku li helwesta xwe vegere û li hemberî sûcdariyên Tirkiyeyê yên li dijî gelê kurd bi berpirsyarî tev bigere."