Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî

Meclîsa Sivîl a Reqayê, zemîna rêxistinî ya bajêr e, ji destpêka avakirina wê de piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, gelek destkeftî bi dest xistiye.

Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên mezin pêk anî
6 tîrmeh, 2018   09:13

NEJBÎR OSMAN-AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN

Qûnaxa berî avakirinê

Di 5'ê Mijdara 2016'an QSD'ê pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihandibû. Şêniyên Reqayê yên ku ji malên xwe koçber bûn û li herêmên di bin parastina QSD'ê de bi cihbûn, Komîteyek Amadekar ji bo pêşkeşkirina xebatên xedemî û yên bilez ji şêniyan re avakirin.

Komîteya Amadekar ji bo avakirina Rêveberiyek Hevbeş û dayîna plansaziyan dest bi lidarxistina civîn û hevdîtinan bi koçberên Reqayê yên li Sûriyê û derveyî Sûryê kirin.

Piştî serkeftinên ku komîteyê bi dest xistine, Komîte karîbû bi nûnerên êl û rûspiyên êlên Ereban û şêniyên Reqayê bighêjin biryarek giştî û di 17'ê Nîsana 2017'an de avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê li navçeya Eyn Îsa raghîne.

Komîte heta demekê  xebatên xwe li navçeya Eyn Îsa dimeşand. Lê piştî rizgarkirina Reqayê Meclîs hemû buro û xebatên xwe veguhest navenda bajarê Reqayê.

Armanca damezrandinê

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca rêxistikirina hemû pêkhateyên bajarê Reqayê li gorî pergala demokratîk, hate damezrandin. Meclîs çavdêriya pêkanîna xebatên xedemî û peydakirina hemû pêdiviyên pêwîst bi riya komîteyên têkildar û komînan ji şêniyan re, dike.

Sazûmana rêxistinî ya Meclîsê

Li gorî biryarnameya damezrandinê ya Meclîsê, divê rêziknameya  Meclîsê ji nûve were sazûmankirin, bi vî awayî:

Meclîs ji dîwana ku ji hevserok û 3'ê naîn pêk tê bi şerta ku yek ji wan jin be.

Her wiha Desteya Giştî ya Meclîsê 14 komîte avakir, komîte ev in: Komîteya Aborî, Komîteya Parastinê, Komîteya Çavdêriyê, Buroya Rêxistinên û Karûbarên Mirovî, Komîteya Perwerdê, Komîteya Têkîliyan, Komîteya Raghandinê, Komîteya Meclîsên Civakî, Komîteya Aş û Firinan, Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyan, Buroya Enerjiyê, Buroya Avê, Buroya Kanalîzasyonê û Paqijiyê û Buroya Ciwanan û Werzîşê, Komîteya Tendrûstiyê, Komîteya Dadgeha Civakî, Komîteya Jin û Komîteya Jinûveavakirinê.

Taybetmendiyên Meclîsa Sivîl a Reqayê

Meclîsa Sivîl a Reqayê ji Meclîsên herêmên din cudatir e. Meclîs di Reqaya ku bibû peytexta DAIŞ'ê piştî QSD'ê ew ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin, hat damezrandin. Bajar bi temamî hatibû wêrankirin lê ev tişt li ber Meclîsê nebûn asteng û Meclîs tevî astengiyan xebatên xwe ji bo jinûveavakirina bajar û vejînkrirna bajêr xebatên xwe bê navber meşand. Li gel xebatên xedemî her wiha Meclîsê hemleyên zanistî ji bo rakirina hişmendiyan çeteyên DAIŞ'ê ku di mejiyên şêniyên bajêr de çandibû û bi taybet ciwanan meşandin.

Wateya serkeftina Meclîsa Sivîl a Reqayê

Serkeftina Meclîsa Sivîl a Reqayê tê wateya serkeftina hemû pêkhateyên gelên Sûriye yê. Dê bibe riya xelasî û demokrasiyê ji bo avakirina  civaka demokratîk ya ku bingeha wê jiyana hevbeş û biratiya gelan e. hin dewletên dagirker û komploger serkeftina Meclîsê weke xeteriyekê li ser berjewendiyên xwe dibînin lewra kadroyên Meclîsa Sivîl a Reqayê hedef digrin û di şexsê wan de êrîşan pêk tînin.

Êrîşên li ser Meclîsa Reqayê

Ji destpêka avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê, rastî gelek êrîşên raghandinê û yên siyoqastê hatiye. Jê êrîşa siyoqesta Serokê Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm El-Hesen ku di encamê de Ibrahîm her du lingên wî felicbûn. Ya dawiyê hedefgirtina Rêveberê Têkiliyên Giştî ya Meclîsê Omer Elûş bû, di ser de Hêzên Ewlehiya Hundirîn lêkolîn da destpêkirin. Di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku hemû êrîşan bi riya şaneyên dewleta Tirk bi armanca astengkirina projeya demokratîk û aştiyiyan e ya herêmê pêk hatine.

Bajar beriya destpêka xebatên Meclîsê

Çeteyên DAIŞ'ê bajar wêran û talan kiribûn û bi tyabet navendên bajêr ên sereke. Hemû binsaziya bajêr ji ceyran, av, nexweşxane, dibistan û pirên bajêr û gundewarên wê bi rêjeya ji %85 wêran bûne. Çete beriya ku ji bajêr vekişin 8000 mayîn tê de çandibûn, ew jî xebata Meclîsa Sivîl a Reqayê asteng dike.

Xebatên Meclîsa Sivîl a Reqayê

Meclîsa heta niha karîbû 7 nexweşxane, navendên tendrûstiyê, 232 dibistan li hemû herêman û 25 dibistan li navenda bajêr veke. Her wiha komîteyên Meclîsê piraniya bajêr ji bermahiyên çeteyan paqijkiriye û hêjî xebatên xwe didomîne.

Her wiha Meclîs stasyona ceyranê ya El-Frosiye û stasyona Reqa2, stasyona Mîlaj ji nûve xebitand û ceyran gihand gelek gundan û çend pirên bajêr ji nûve temîr kir.

20 satsyonên avê, 10 satasyonên avdanê, xetên avê û bi taybet ên avadanê ji bo jinûve geşkirina beşa çandinyê sererastkir. Her wiha Meclîs bi hevkariya MSD'ê û hin aliyên navdewletî û bi derfetên heyî kanala avadanê ya sereke sererastkir.

Her wiha Meclîs 5 hezar koçber ku koçberî  herêmên rizgarkirî bûne, pêşwazî kir û pêdiviyên pêwîst ji wan re pêşkeş kir.

Di hevdîtinek bi ajansa me Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayî Leyle Mistefa, kêm destekên aliyên navdewletî destnîşankir û diyarkir ku ev destek ne li gorî hewcedariyên herêmê ye.

Derbarê projeyên pêşerojê de Leye got:" Gelek projeyên Meclîsê hene û MSD'ê desteka wê dike. Lê hin proje bi hewcedariya alîkariyên mezin heye lewra kengî ev alîkarî hat dayîn ew proje wê pêk werin".

(şx)

ANHA