Filistîniyek jiyana xwe ji dest da û 35 birîndar bûn

Li Xezayê, di şerê di navbera çalakvanên "Meşa Mezin a Vegerê " û hêzên Îsraîlê de, ciwanek filistinî jiyana xwe ji dest da. Li Xan El-Ehmer a Qudisê de jî 35 filistînî birîndar bûn.

Filistîniyek jiyana xwe ji dest da û 35 birîndar bûn
4 tîrmeh, 2018   20:50

XEZA

Nûçegihanê me yê Xezayê ragihand ku welatiyê Filistînê Mehmûd El-Xireblî yê (20) ji taxa El-Şuceiyê  ya rojhata bajarê Xezayê di çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê"  birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Her wiha çavkaniyan ji Qudisê ragihandin ku îro piştî nîvro di navbera filistiyan û hêzên Îsraîlê yên ku xwestin avahiyên şêniyên taxa El-Ehmer bi bildozeran hilweşînin şer rû dan. Di encamê de 35 Filistînî birîndar bûn.

Tê zanîn ku hêzên Îsraîlê, herêma Xan El-Ehmer weke herêmek girtî îlan kiribûn.

Bi vê yekê hejmara kesên di çalakiyên "Vegera Mezin" de jiyana xwe ji dest dane derket ji roja destpêkê heta niha, gîhaştin 136'an.

(şx)

ANHA