Human Rights Watch bang li Urdin û Îsraîlê kir

Rêxistina Human  Rights Watch bang li hikumetên Urdinê û Îsraîlê kir ku koçberên Sûriyeyê yên ku ji Deraayê reviyane biparêzin û derfet bidin wan da ku mafê penaberiyê bixwazin.

Human Rights Watch bang li Urdin û Îsraîlê kir
4 tîrmeh, 2018   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira Midura beşa Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê di Human  Rights Watch de Lema El-Feqîh got ku redkirina hikumeta Urdinê ku derfet nade koçberan ku derbasî xaka wê bibe, ne tenê zagonên navdewletî binpê dike lê belê pîvanên mirovî û exlaqî jî binpê dike.

Gelê Urdinê bang li hikumeta xwe dike ku derfet bide koçberan da ku derbasî xaka wê bibe.

Lema di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Rewşa başûrê Sûriyeyê pir ne baş e. Gihaştiye asta ku tu alîkariyên mirovî nikarin derbasî wê derê bibin û alîkariya şêniyên wê derê bikin. Hîn jî nehatiye xuyakirin ku wê hikumetên Urdin û Îsraîlê deriyan li pêşiya koçberê Sûriyê vekin an na."

Hikumeta Urdinê jî diyar kir ku ji roja Şemiyê dê 87 kamyonên alîkariyê derbasî başûrê Sûriyeyê bibin û alîkariyê heta roja Sêşemê belav bikin.

Li gorî ku Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Urdinê nêzî 6 hezar û 50 koçberên Sûriyeyê hene. Ji destpêka şerê Sûriyeyê ve milyonek û 300 hezar koçberên Sûriyeyê berê xwe da Urdinê.

(bx/ew)