Şêniyên Dêrîkê piştgiriya Hemleya Rizgarkirina Efrînê dikin

Welatiyên bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji bo hemleya Rizgarkirina Efrînê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ew amade ne banga serferberiyê ya di Konferasa Rizgarkirina Efrînê de hatibû ragihandin bi bersivînin.

Şêniyên Dêrîkê piştgiriya Hemleya Rizgarkirina Efrînê dikin
4 tîrmeh, 2018   10:36

QAMIŞLO

Konferansa Rizgarkirina Efrînê di 18'ê Hezîranê de li kantona Şehbayê bi dirûşma " Bi giyanên şehîdên Berxwedana Serdemê em ê têkoşînê mezin bikin û Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin" hatibû li darxistin. Di konferansê de banga serferberiyê hate kirin.

Li ser banga sefeberiyê, hejmareke welatiyên bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê diyar kirin ku ew amade ne biçin Efrînê û beşdaî hemleya rizgarkirinê bibin. Welatiyan bi riya ajansa me bang li hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê kirin ku banga seferberiyê pêk bînin.

Elî Oryan, lidarxistina Konferansa Rizgarkirina Efrînê pîroz kir û diyar kir ku ew ê banga seferberiyê bi cih bînin da ku beşdarî rizgarkirina Efrînê bibin û got, "Divê hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ji hemleya rizgarkirina Efrînê re amade bin, ji ber ku rizgarkirina Efrînê rizgarkirina tevahî Rojava û Bakurê Sûriye ye."

Oryan gotinên xwe wiha domand "Efrîn bi vîna gelên Bakurê Sûriyê  wê bi serkeve, dagirker li hember îradeya gelan têk diçin, îradeya gelên ku bingeha xwe ji xeta şehîdan digire wê tekez bi serkeve."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Sûad Hisên got ku, kesên ku li Efrînê li berxwe didin ew parêzvanên mirovahiyê ne û bang li hemû alî, gel, pêkhate û hemû partiyên siyasî yên Rojhilata Navîn û Sûriyê kir ku bi yek rêzî li hember dagirkera Tirk bisekinin.

Ehmed Torî got bal kişand ku divê destekdayîn bi gelê Efrînê re dewam bike û anî ziman ku ji bo rizgarkirina Efrînê ew amade ne tevlî seferberiyê bibin û di çeperan de şer bikin.

Welatiya bi navê Besê Korî anî ziman ku Efrîn wê bi saya berxwedana dayîkên şehîdan û şervanên di çeperên şer de rizgar bibe û destnîşan kirk u divê hemû pêkhateyên Sûriyê banga seferberiyê ya ku konferansê raghandibû bi bersivînin.

Besê îşaret bi gelê Efrînê re kir û got, "Hûn ne tenê ne, ji Dêrik, heta Kobanê, Minbic û Şehbayê gel bi we re ne."

Besê di dawiya axaftinên xwe bang li ciwanên kir ku tevlî refên YPG û YPJ'ê bibin û Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.

(şx)

ANHA