Hûsiyan bi fûzeya balîstîk êrîşî Koalîsyona Erebî kir

Çavkaniyên hûsiyan diyar kir ku hêzên wan fûzeyeke balîstîk avêtin cihê kombûna hêzên Koalîsyona Erebî yên li berava rojava.

Hûsiyan bi fûzeya balîstîk êrîşî Koalîsyona Erebî kir
3 tîrmeh, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El-Mesîra ya girêdayî hûsiyan, li ser zimanê çavkaniyên herêmî diyar kir ku hêzên wan roja sêşemê bi fûzeyeke menzîlkurt, kombûnên Koalîsyona Erebî li berava rojava topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyan fûze gihaşt armanca xwe. Televîzyonê der barê mijarê de got ku bi vê yekê ev dibe 3 car ku kombûnên koalîsyonê bi fûzeyên balîstîk ên menzîlkurt tên topbarankirin.

Ji aliyekî din ve Berdevkê Fermî yê Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, Merîal Tirkî El-Malikî diyar kir ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Martin Griffiths dem û firehiya temam daye wan. Griffiths 5 caran serdana Yemenê kir û hewl da ku hemû aliyên Yemenê li derdora maseya danûstandinan kom bibin.