ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.07.2018
2 tîrmeh, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Firoşkarên Efrînê yên ji neçariyê xwe li kantona Şehbayê girtine, bi derfetên kêm bazareke gelerî li gundê Til Qerah ê navçeya Ehrisê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Navdewletî ya Gazê (IGU) di raporekê de navên deh welatên ku di sala 2017'an de gaz derxist, eşkera kirin. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Di van demên dawîn de aliyên dîplomasiyê yên taybet bi aloziya Sûriyeyê behsa komîteyeke destûrî dikin ku di civîna Soçiyê ya li ser Derya Reş hatiye erêkirin. Lê nîqaş û danûstandinên girêdayî avakirina vê komîteyê ew e ku ne di navbera aliyên Sûriyeyê de ye, lê belê şerê lihevkirinên navneteweyî ye ku li paş diyarkirina herêmên serweriyê û mafê çarenûsa Sûriyeyê û paşeroja wê tê birêvebirin.

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyên navçeya Tirbespiyê ji ber belavbûna bermahiyên petrolê yên kevn giliyên xwe dikin. Nemaze ji ber ku di encama şewitandina petrolê de ziyanê li hawîrdor û tenduristiya welatiyan dike. Rêveberiya Navenda Sadkob soz da ku dê wan ber bi deverên dûrî  niştecihbûnê ve veguhêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê, ev 5 sal in li pey hev projeyên baxçeyên sergirtî him ên zivistanî û him jî yên havînî bi serkeftî  bi encam dibe, berhem sûkên navçeyê bi her cure zebze geş dike, her wiha beşek mezin ji pêwîstiya bazarê ci cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li kampa koçberan a Eyn Îsayê pirsgirêka kêmbûna avê tê jiyankirin, ev yek ji bo koçberan cih gazincê ye. Rêveberiya Kampê soza çareserkirinê daye û banga alîkariyê li rêxistinên mirovî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dosya

Nexşerêya leşkerî li başûrê Sûriyeyê tê guhertin, li vir gelek komên çekdar ên xwedî nêrînên cuda hene û alîkariyê ji gelek dewletên herêmî yên wekî Tirkiye, Îsraîl, Erbistana Siûdî û Qatarê werdigirin. Li wir her wiha Cebhet El-Nusra û DAIŞ jî hene.

ANHA