Şanoyeke komîk û rewakirina dagirkirina axa Sûriyeyê; komîteya destûrê

Di van demên dawîn de aliyên dîplomasiyê yên taybet bi aloziya Sûriyeyê behsa komîteyeke destûrî dikin ku di civîna Soçiyê ya li ser Derya Reş hatiye erêkirin. Lê nîqaş û danûstandinên girêdayî avakirina vê komîteyê ew e ku ne di navbera aliyên Sûriyeyê de ye, lê belê şerê lihevkirinên navneteweyî ye ku li paş diyarkirina herêmên serweriyê û mafê çarenûsa Sûriyeyê û paşeroja wê tê birêvebirin.

Şanoyeke komîk û rewakirina dagirkirina axa Sûriyeyê; komîteya destûrê
2 tîrmeh, 2018   04:20

YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya destûrê (makeqanûn) careke din derket ser maseya gengeşeyên Sûriyeyê û rêjîm û opozîsyonê dest bi gavên pêkanînê di vê çarçoveyê de kir û lîsteya navan ji bo avakirina vê komîteyê diyar kir ku dê ji bo danîna destûreke nû ji welat re bixebitin. Lihevkirina vê yekê jî di civîna Soçiyê ya Rûsyayê de pêk hatiye û beşeke mezin ji aliyê Sûriyeyê beşdarî wê civînê nebûn, lê di dawiyê de wekî ku Moskov dixwaze komîteya destûrî wekî hatiye erêkirin nîşan bide.

Çîroka gelê Sûriyeyê bi destûran re

Çîroka gelê Sûriyeyê bi destûran re beriya nêzî 100 salî dest pê dike de ku yekemîn destûr ji Sûriyeyê re di sala 1920'an de hate danîn û bi rêya wê Feysel Bin Hisên wek paşayê Sûriyeyê hate erkdarkirin. Serokatiya komîteya destûrî di wê demê de Haşim El-Etasî bû ku wek "Bavê Destûrê" tê nasîn. Lê ev destûr dirêj nekir, piştî ku Fransa di heman salê de derbasî welat bû. Piştî wê heta sala 1950'î gelek destûr ji Sûriyeyê re hatin danîn. Lê ji ber derbeya Edîb Çîçeklî destûreke nû hate danîn û ya berê hate betalkirin.

Piştî derbeya partiya Baas di sala 1963'yan de welat bêyî destûreke hemdem ma û di sala 1971'an de destûreke nû ji aliyê Hafiz El-Esed ve hate danîn. Li gorî vî destûrê serweriya wî bê sînor e. Di madeya 8'emîn a destûrê de partiya Baas wek "rêberê dewlet û civakê" tê binavkirin û di sala 2012'an de piştî ku asta şoreşa Sûriyeyê bilind bû ev made hate betalkirin.

Armanca propagandaya Rûsyayê ya destûreke nû

Di sala 2016'an de Rûsyayê dest bi propagandeya destûreke nû ji Sûriyeyê re kir û di 24'ê Gulana 2016'an de rojnameyeke Lubnanê ya nêzî rêjîma Sûriyeyê ragihand ku Moskov hûnandina destûreke nû ya ji bo Sûriyeyê bi dawî kiriye. Rûsya di vê destûra xwe de hewl dide qanûn û madeyên destûrî yên ku aliyên opozîsyonê ber bi xwe ve bikişîne pêk bîne, di serî de guhertina navê komarê ji Komara Erebî ya Sûriyeyê bi Komara Sûriyeyê û betalkirina ola serokê komarê û heta guhertinên serweriyên serok û hilweşandina desthilatdariya zagonsazî û sifeta navbênkar di nin aliyan de dide wê.

Lê piştî ku Rûsya, Îran û Tirkiyeyê lihevkirinek li ser qada Sûriyeyê pêk anî û herêmên kêmpevçûn di Sûriyeyê de ava kirin ku niha ev dewlet ji bo çespandina berjewendiyên xwe û dagirkeriya xwe di axa Sûriyeyê de bi kar tînin. Di encamê de pêdivî bi guhertina armanca destûrê hebû ya ber bi rewakirina dagirkerî û hegomonyaya li ser gelê Sûriyeyê.

Niha di paşperdeya vê hevbendiya nû ya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de tê gotin ku wan karibû serkeftineke mezin bi dest xwe ve bînin û niha ew li ber bidawîbûna xebatên xwe yên "serkeftinê" di şerê Sûriyeyê de ne. Civîna Soçiyê ya di 30'yê Çileya 2018'an de ku tê de komîteya destûrî hatiye erêkirin û bi rêya wê ev hevbendî hewl dide lihevkirineke li gorî berjewendî û hegomonyaya xwe li ser gelê Sûriyeyê ferz bike.

Komîteya Destûrî û atmosfera herêmî û navneteweyî

Di vê çarçoveyê de, ne pêkan e di nava paşperdeyên dosyaya Sûriyeyê de ji atmosfera herêmî û navneteweyî were dûrketin. Amerîka ji hevpeymana nukleer a bi Îranê re vedikişe û daxuyaniyekê bi rêya wezîrê xwe yê karên derve Mike Pompeo derdixe ku wek bazekî Amerîka tê nasîn, hişyariya Îranê di 12 dozan de dide, ya herî girîng jî serweriya Îranê ya herêmî û derketina wê ji Sûriyeyê ye.

Îsraîl jî niha bi gefxwarinên li dijî Îranê yan rêjîma Sûriyeyê bes nake û êdî zexteke mezin li ser wan dide meşandin û baregehên Îranê yên di hundirê Sûriyeyê de bombebaran kirin. Îsraîl van êrîşên xwe bi koordînekirina bi Rûsyayê re pêk tîne. Zexta Îsraîlê û alîkariya Amerîkayê ji wê re hewl didin Îranê ji Sûriyeyê derbixin. Li gorî raporan Îranê dest bi kêmkirina hêzên xwe di Sûriyeyê de û bi taybet li başûrê Sûriyeyê kir. Li hemberî vê yekê helwesta Rûsyayê hê jî ne xuya ye.

Stratejiya Tirkiyeyê jî ji aliyê xwe ve hewl dide çeteyên girêdayî wê li ser erdê biçespîne da ku ji bin serweriya wê dernekevin. Her wiha bi rêjîmê re derbasî nava danûstandinan bibe û van çeteyan weke beşekî ji desthilatdariya nû nîşan bide û alîkariya xwe bi komên çekdar re berdewam bike. Niha ev komên çete li Cerablûs, Bab û Idlibê serwer in û Tirkiye jî bi rêya van komên çete hewl dide para wê di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hebe.

Komîteya destûrî dagirkeriya axa Sûriyeyê rewa dike

Di rastiyê de doza komîteya destûrî cihê xwe li şûna gotûbêjên der barê Desteya Rêveberiya Demkî de girt, ji ber ku ev komîte li gorî berjewendiyên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ye. Amerîka jî dijberiya vê komîteyê nake, tevî ku car bi car dide xuyakirin ku ew piştgiriyê nade vê komîteyê. Ew siyaseta guhertina koşeyan bi Rûsyayê re dide meşandin û girêdayî mijara hebûna Îranê di Sûriyeyê de zextê li wê dike.

Ev nîqaşên ku di çarçoveyeke herêmî de tên meşandin, nayê wateya ku lihevkirina dawî ya navneteweyî û herêmî der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de pêk hatiye. Rûsya hewl dide bi rêya çaksazkirinên destûrî guhertinekê pêk bîne û ji nû ve rêjîmê ava bike. Hin dewletên din jî hêjî bi hevpeymana Cenevreyê ve girêdayî mane û Moskov hewl dide wê bi hevpeymana Astanayê biguherîne.

Kesên ku mijara komîteya destûrî dûrî çespandina dagirkeriya Rûsyayê û hevbendiya wê ya nû di axa Sûriyeyê de bibîne şaş in. Nemaze ji ber ku Rûsya namzetên rêjîmê pêşkêş dike û Tirkiye jî namzetên qaşo "opozîsyonê" diyar dike.

Ji bo avakirina vê komîteyê nakokî careke din derdikevin holê û rastiya nakokiyên navneteweyî û herêmî dide diyarkirin. Li rex zexta gelek aliyan da ku gotin û rola wê di komîteyê de bilind be. Ev jî asta nakokiyên di navbera aliyên Sûriyeyê de dide diyarkirin.

Komîteya destûrî şerê lihevkirina navneteweyî ye

Niha li ser wesfa kesekî opozîsyonê ya "termê veguhastina siyasî" aliyên qaşo opozîsyonê dijberiya hev dikin, wekî ku dê paşeroja Sûriyeyê diyar bikin xwe didin nîşandan. Hin ji wan amade ne dest ji her tiştî berdin û hin kesên din jî wekî ku di ser pizotan re dimeşin. Rastî jî ew e ku nakokiyên di van danûstandinên girêdayî komîteyê de, di navbera aliyên Sûriyeyê de ye. Lê belê şerê lihevkirineke navneteweyî ye û li paş diyarkirina herêmên serweriyê û mafê çarenûsa Sûriyeyê û paşeroja wê tê birêvebirin.

Divê tu kesên Sûriyeyê bi xwe nekenin, tu danûstandinên Sûriyeyê yên cidî ji bo danîna destûreke nû tune ne. Her wiha tu danûstandinên cidî ne li Astana û ne jî li Soçiyê û ne jî li Cenevreyê ji bo veguhastineke siyasî pêk nehatine. Tenê şanoyeke komîk hatiye pêşandan û tê de desthilatdarên azadiya welatiyên Sûriyeyê hewl didin bi rêya welatiyên Sûriyeyê û şikandina îradeya wan lihevkirineke navneteweyî pêk bînin û berjewendiyên xwe yên nakok li ser hesabê welatiyên Sûriyeyê û mafên wan pêk bînin.

Hin kes pirseke bi vî rengî dikin: Gelo her tişt bi dawî bû û tişta hatiye nivîsandin li ser gelê Sûriyeyê hatiye ferzkirin? Bêguman na, ji ber ku aliyên ji bo vê şanoya komîk nehatine vexwendin, wekî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ku hê jî projeya xwe ya demokratîk bi pêş dixin, rizgarkirina gel ji terorê bingeha xebatên xwe bi nav kirin û piştre avakirina rêveberiya xweser da ku karûbarên xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev pêkhate dê çareseriyeke bi rengekî cuda pêşkêş bikin. Dewletên sponser û dagirker tu carî nikarin armancên xwe pêk bînin. Ev pêkhateyên Sûriyeyê ku di van salên borî de di hemû aliyên leşkerî, siyasî, dîplomasî, fikrî û çapemenî de şerê terorê kirine, tu carî qada Sûriyeyê vala nahêlin û dê azadiya gelê Sûriyeyê pêk bînin.

ANHA