Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin

Firoşkarên Efrînê yên ji neçariyê xwe li kantona Şehbayê girtine, bi derfetên kêm bazareke gelerî li gundê Til Qerah ê navçeya Ehrisê vekirin.

Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin
Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin
Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin
Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin
Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin
Şêniyên Efrînê li gundê Til Qerah bazarek vekirin
2 tîrmeh, 2018   05:12

CAFER CAFO – ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Di encama êrîşên artêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê ku 20'ê Çileyê destpê kir de, bi hezaran şêniyên kantonê neçar man xwe li kantona Şehbayê bigirin. Hejmareke zêde xwe spart gundê Til Qerah ê navçeya Ehrisê.

Firoşkeran bi insyatîfa xwe û piştî erêkirina şaredariyê, bazar vekirin.

Di bazarê de hemû madeyên xwarinê, cil, dermanên paqijiyê û hemû pêdiviyên şêniyan tê firotin.

Bazar, heftane roja şemiyê vedibe. Firoşkar bi riya bazirganan ji navçeyên Ehris û Kefer Naya pêdiviyan dikirin û di bazar de bi buheyên ji dikanan kêmtir difroşin.

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed got:"Ji bo bi cihanîna pêdiviyên şêniyan û ji bo rêgirtina li ber kirina ji derveyî gund me ev bazar vekir".

Tê zanîn ku li bajarê Efrînê û navçeyên wê heftane 21 bazarên gelekerî dihatin vekirin. Ya herî mezin li navenda Efrînê bû. Şêniyên bajêr gundên nêzî Efrînê weke Nibul, El-Zehra, Ezaz, Darit Izê û Atma dihatin bazarê û pêdiviyên xwe dikirîn.

Bazar ew sûkek herêmî ye. Dîroka wê vedigere 30'ya sedsala borî,  yekemîn bazar li kantona Efrînê hatibû vekirin di sala 1927'an bû. Tê de hemî berhemên çandinî, sewal û her wiha madeyên xwarinê dihatin kirin û firotin.

(şx)

ANHA