Rûsyayê li nêzî baregeha Himêmîm balafirên bêmirov xistin

Berpirsyarên baregeha Rûsyayê ya Himêmîm ku li ser xaka Sûriyeyê hatiye vekirin, îdia kir wan hejmareke balafirên bêmirov ku nayê zanîn ji ku hatine, anîn xwarê.

Rûsyayê li nêzî baregeha Himêmîm balafirên bêmirov xistin
1 tîrmeh, 2018   11:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsyarên baregeha Himêmîm a Rûsyayê diyar kir ku şevê din wan komeke balafirên bêmirov li nêzî baregeha xwe ya leşkerî anîne xwarê.

Der barê mijarê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya ku îro hate dayîn wiha ye: "Piştî roj çû ava, alavên me yên çavdêriya ezmanî yên girêdayî baregeha Himêmîm a Rûsî komek hedefên ezmanî yên biçûk ferq kirin. Ew li aliyê bakurê rohilatê baregehê difiriyan. Hemû balafir bi topên hatin xwarê. Di çalakiyê de tu zirar çênebû."