Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir

Komîteya Jineolojiyê bi armanca pênasekirina rola jinan a pêşeng di nava dîrokê de dewreyeke perwerdeyê ji 40 jinên ciwan ên ji herêmên Bakurê Suriyeyê û jinên enternasyonalîst re da destpêkirin.

Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
Komîteya Jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir
1 tîrmeh, 2018   10:16

KOBANÊ

Komîteya Jineolojiyê bi armanca pênasekirina rola jinan di nava Şoreşa Rojava û rihê komînal de, her wiha rola jinan di nava civakê de li ser çemê Firatê yê li Kobanê ya Herêma Firatê 6 kon vekirin. Di van konan de 40 jinên ciwan ku 2 ji wan jinên enternasyolîst in, tev li dewreya perwerdeyê bûn. Dewre ji 26'ê Hezîranê ve hatiye destpêkirin.

Endama Rêveber a Komîteya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyeyê ku li ser dewreya enternasyonal disekine Tişîta Kendalî diyar kir ku armanca wan a sereke ji dewreyê ew e ku jinên ciwan jineolojiyê nas bikin û wiha dom kir: "Ciwan pêşengên şoreşê ne, em bi rêya van dewreyan hewl didin rihê komînal di nava ciwanan de ava bikin."

Ev dewreya duyemîn e ku Jineolojî li Rojava vedike. Beriya niha dewreyek li gundê Jinwar ê li herêma Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê hate vekirin. Lê ev dewreya niha li ser asta Bakurê Sûriyeyê hatiye vekirin. Dewre bi dirûşma "Em ê asta berxwedana jinan li Efrînê bilind bikin, dê jinên cîhanê li dijî faşizmê serî hildin" pêk hat.

Di dewreyê de jinên ciwan dersên bîrdozî û leşkerî jî dibînin, dersên der barê dîroka tevgera jinan de li cîhanê, rastiya jinan, jineolojî, jiyana hevbeş û rastiya Serokatiyê dê werin dayîn. Di dewreyê de her wiha dê dersên li ser bikaranîna çekan jî were dayîn. Her wiha dê jin fêrî melevanî (avjenî) û ajokariya erebeyan jî bibin.

Li gorî bernameya perwerdeyê dê ders saet 07.00'an dest pê bikin û saet di 16.00'an de bi dawî bibin. Dewre dê 8 rojan berdewam bike.

ANHA