Li Efrîn du teqîn

Li navenda bajarê Efrînê du teqîn rû dan, li aliyekî din jî di navenda bajar û herêma Cindirêsê di navbera çeteyan de şer derket.

Li Efrîn du teqîn
30 hezîran, 2018   18:27

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navenda bajarê Efrînê ji ajansa me (ANHA) re ragihand ku li navenda bajarê Efrînê li nêzî stasyona petrolê ya Eyşê li ser riya gera Efrînê ya navendî du teqîn rû dan.

Heman çavkanî diyar kir ku li bajêr rewşeke awarte tê jiyankirin û da zanîn ku leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hemû riyên di nava bajarê de qut kirin.

Li gorî heman çavkaniyî ji ber teqînan kuştî û birîndar hene, hîna nehatiye zanîn ka bê sedema teqînê çi ye.

Li aliyekî din jî, Tura Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê herêma Cindirês bihev dikevin û da xuyakirin ku li kolana 16 dengê erebeyên ambulansê tê bihîstin.

Li gorî heman jêderî bi buhaneyên cuda digirin ser malên welatiyan û wan talan dikin.

(bb)

ANHA