Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin

Bi sedan cenazeyê şervanê QSD‘ê Xalid El-Elawî bi nasnav Xalid bi merasîmekê li goristana Şehîdan a li gundê Hikomiyê veşartin.

Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
Bi sedan şervanê QSD‘ê Xalid oxir kirin
30 hezîran, 2018   19:02

REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên QSD‘ê Xalid El-Elawî yê ku dema li ser karê xwe bû û gihaşt şehadetê li çerxeriya El-Firûsiya kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan a li gundê Hikomiyê ve ketin kir.

Li goristanê piştî turaneke leşkerî ji fermandarên QSD‘ê Elî Heco axivî û got, "Ti gotin nîne pesnê şehîdan bide, şehîd finda ku dişewite ji bo ku gel bi azad û rûmet jiyan bike, şehîd ew kesê ku benda xwe ji bo azdiya gelan diyar kir û riya gelan ronî dike."

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Şemsa El-Salih jî banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinan, wesîqa şehadetê ya şehîd Xalid hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên QSD‘ê cenazeyê hevalê xwe di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(bb)

ANHA