Navenda Kongra Star li navçeya Şêranê hat vekirin

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêran a Kantona Kobanê navenda xwe bi merasîmekê vekir.

Navenda Kongra Star li navçeya Şêranê hat vekirin
Navenda Kongra Star li navçeya Şêranê hat vekirin
Navenda Kongra Star li navçeya Şêranê hat vekirin
Navenda Kongra Star li navçeya Şêranê hat vekirin
Navenda Kongra Star li navçeya Şêranê hat vekirin
30 hezîran, 2018   15:31

KOBANÊ

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêran a Kanotna Kobanê bi merasîmekê navenda xwe li navçeyê vekir. Bi sedan şêniyên navçeyê û endam û rêveberên Kongereya Star di merasîmê vekirinê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan, axaftin ji aliyê endamê û rêveberên Kongra Star ve hatin kirin. Peyman Aydin, Emîna Xelîl û Sara Xelîl axivîn.

Kesên axivîne vekirina navenda Kongreya Star li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê pîroz kirin.

Di axaftinan de armacna vekirina navendê hate destnîşankirin ku cihê rêxistinkirin jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan e. Her wiha bi vê wesîleyê têkoşer Zîlan di salvegera şehadeta wê ya 22‘yemîn de hate bîranîn.

Axaftinan hêvî li jinên navçeyê kirin ku bi berpirsyariya xwe ya li hemberî navendê rabin û bibin şopdarên xeta şehîd Zîlan.

Deriyê navendê bi destê dayikên şehîdan ên Şêranê hat vekirin.

Her wiha şano ji aliyê navenda çand û hûnera navçeya Şêranê ve bi navê "desthilatdariya li ser jinê" hate pêşkêş kirin.

Merasîma vekirinê bi gerandina xelekên dîlanê bi dawî bû.

(bb)

ANHA