Parlamentoya Iraqê di civîna awarte de têk çû

Parlamentoya Iraqê di civîna awerte ya îro de, nekarî biryara sererastkirina qanûna hilbijartinan erê bike. Tiştê balkêş di civînê de ji 328 parlamenteran bi tenê 20 kes hazir bûn.

Parlamentoya Iraqê di civîna awarte de têk çû
30 hezîran, 2018   13:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê îro civîneke awarte li dar xist. Civîna şêwirî ji aliyê serokê parlamentoyê Selîm El-Cibûrî ve hate destpêkirin. Di civînê de pêşniyara sererastkirina qanûna hilbijartinan a hejmara 45’an a sala 2013'an hate nîqaşkirin.

Iraq piştî hilbijartinên dawîn ku di 12'ê Gulanê de pêk hatin, ket nav aloziyeke cidî. Bi taybet di encama tawanberiyên ku komên siyasî têkildarî sextekariya hilbijartinan dikin.

Dadgehe Fedaral a Iraqê û Dozgeriya Giştî ya Iraqê di 21'ê Hezîranê de biryara ji nû ve hejmartina dengan a bi destan da. Ev ji aliyê parlamentoyê ve jî hate erêkirin.

Parlamentoya Iraqê biryar da ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dengan bi destan bihejmêrin. Hejmara dengên hilbijêran bi tevahî 11 milyon e.