Zanyarê Ezherê di 106 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe

Zanyarê Ezherê Şêx Miewed Ewed Îbrehîm di 106 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Şêx Ewed di dema xebata xwe de gelek pirtûkên der barê ola îslamê û Filistîn de û hin pirtûkên rexneyî yên li ser ziman û wêjeyê nivîsandin.

Zanyarê Ezherê di 106 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe
30 hezîran, 2018   12:55

 

QAHÎRA

Zanyarê navdar ê Zanîngeha Ezherê Şêx Miewed Ewed Îbrehîm di 106 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran xwendekarên wî û endamên zanîngehê beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn.

Şêx Ewed gelek şagirt gihandin û bi dehan pirtûkên wî hatin çapkirin. Pirtûkên wî di mezintirîn pirtûkxaneyên Rojava de hatin belavkirin, gelek ji wan jî ji bo gelek zimanan hatin wergerandin.

Şêx Ewed di pirtûkên xwe de ola îslamê esas digrt, pirtûka "Îslam û Malbata Kêfxweş" di sala 1960'an de nivîsand, di vê pirtûkê de bal kişand ser têkiliyên malbatî li gorî nêrîna îslamê. Di heman demê de gelek pirtûkên din jî nivîsandin.

Şêx Miewed Ewed Îbrehîm di sala 1912'an de li parêzgeha El-Qehliye ya li bakurê paytexta Misrê Qahîreyê hate dinê. Di zarokatiya xwe de Quran ezber kir, vê yekê rê jê re vekir ku xwendinên bilind di Zanîngeha Ezherê de bixwîne. Di sala 1926'an de dest bi xwendina di Ezherê de kir, di xwendinê de kor bû û di sala 1936'an de pisporiya dewa îslamê xwend û paşê bû yek ji zanyarên mezin ên Ezherê.

Beriya 80 salan dest bi nivîsandinê kir û hemû nivîsên xwe xist xizmeta ola îslamê. Gelek rojnameyên erebî û Misrê beşek ji rûpelên xwe ji nivîsên wî re veqetandin û di dema xebata xwe de karîbû gelek lêkolîn û nivîsên olî biweşîne.

ANHA