Hêzên rêjîmê ketin 8 bajarokên Deraayê

Hêzên rêjîma Sûriyeyê piştî itîfaqa di navbera Rûsya û komên çekdar ên opozîsyonê de ketin 8 bajarokan. Bombebarana hêzên rêjîmê li ser herêmên din ên Deraayê berdewam dike.

Hêzên rêjîmê ketin 8 bajarokên Deraayê
30 hezîran, 2018   11:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa France Press li ser zimanê gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebulrehman got ku çekdarên opozîsyonê yên di 8 bajarokên bakur û rojhilatê Deraayê de piştî itîfaqa bi Rûsya re, qebûl kir ku derkevin û bajarok radestî artêşa Sûriyeyê bikin.

îtîfaqa behsa mijarê di navbera fermandarên Rûsya û rûspiyên herêmê de pêk hat, di encamê de çekdar ji wan bajarokan derketin û bajarok radestî artêşa Sûriyeyê kirin.

Bajarokên Dail, Wabite, El-Xariya, El-Şerqiye, El-Kerik û El-Şerqî ji girîngtirîn bajarok in ku radestî hêzên rêjîmê hatine kirin.

Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyeyê SANA jî der barê mijarê de got ku gundên behsa mijarê Dail, El-Xariya El-Şerqiye, Tilûl Cilêf û Tel El-Şêx Hisên tev li “îtîfaqa lihevanînê" hate kirin. Ev piştî ku çekdaran çekên xwe teslîm kirin pêk hat.

Raporên ragihandinê destnîşan kir ku di navbera Rûsya, Îsraîl, Urdin û Amerîkayê de îtîfaq pêk hat. Ev îtîfaq têkildarî herêma sînorê Sûriyeyê yê bi Îsraîlê re pêk hatiye.

Hêzên rêjîmê di 19'ê Hezîranê de bi piştgiriya Rûsyayê dest bi êrîşeke berfireh li ser parêzgeha Deraa kir. Li dijî komên çekdar ên opozîsyonê pêşketineke berbiçav bi dest xist.

ANHA