YPG'ê li Efrînê 2 çalakî kirin, 6 çete hatin kuştin

Hêzên YPG'ê li kantona Efrînê li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bibandor li dar xistin. Di van çalakiyan de 6 çete hatin kuştin.

YPG'ê li Efrînê 2 çalakî kirin, 6 çete hatin kuştin
30 hezîran, 2018   12:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihanê ya YPG'ê der barê 2 çalakiyên ku şervanên YPG'ê di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de li dijî komên çete pêk anîn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Di vê çarçoveyê de di 24'ê Pûşperê de hêzên me li ser rêya di navbera gundên Dêwa û Til Silor a navçeya Cindirêsê li hemberî çeteyeke girêdayî Feyleq El-Şam çalakiyek sûîqastê pêk anî. Di encama çalakiyê de çete hate kuştin.

Di dîroka 25'ê Pûşperê de komeke çeteyên Feyleq El-Şam ên li gundê Amara yê girêdayî navçeya Mabata bi cih bûbûn, ji aliyê yekîneyên me ve hate hedefgirtin, di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û siwareyeke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin.

Bi van çalakiyan re hejmara kuştiyên artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ji destpêka Berxwedana Serdemê ve gihaşt 2 hezar û 491’an."