Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'

Welatiyê bi navê Elî Wehîd li ser hêviya vegera Efrînê navê "Em vegerin" li xwaringeha xwe kir. Di xwaringehê de bermahiyên fûzeyan bi cih kirin da ku aştiyê nîşan bide.

Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'
Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'
Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'
Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'
Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'
Hêviya vegerê bû navê xwaringehê; 'Em vegerin'
30 hezîran, 2018   07:02

ELÎ KEDRO – CAFER CAFO / ŞEHBA

Piştî dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê di 18'ê Adara 2018'an de li herêma Efrînê bi sed hezaran welatî neçarî koçberiyê hatin kirin. Li ser hêviya vegera Efrînê welatiyê bi navê Elî Wehîd ku li herêma Şehba bi cih bûye, navê "Em vegerin" li xwaringeha xwe kir.

Wehîd ku niha li gundê Babinis a kantona Şehbayê bi cih bûye, ji bo debara malbata xwe xwaringehek vekir.

Li van deverên Şehbayê weke gelek herêmên Sûriyeyê bi hezaran fûze, top û fûzeyên dojehê û hewan di encama şerê desthilatdariyê di navbera rêjîma Sûriyeyê û tabûrên opozîsyonê de ketine. Wehîd gelek bermahiyên van fûze û topan kom kirin û di xwaringeha xwe de bi cih kirin û di van bermahiyan de gul û kulîlk çandin da ku aştiyê nîşan bide.

Wehîd diyar kir ku ew bi rêya xwaringeha xwe ya bi navê "Em vegerin" dixwaze aştiyê nîşan bide ku niha li Efrînê hatiye têkbirin. Der barê navlêkirina xwaringehê de Wehîd wiha got: "Em di vegera xwe ya Efrînê de bi israr in û hêviya me mezin e."

Wehîd destnîşan kir ku ew li kantona Şehbayê bi rihekî fedekar li ser rêya şehîdan dixebitin û dê vegera xwe ya Efrînê mîsoger bikin.

Girêdayî çandina gul û kulîlkan di bermahiyên fûze û topan de Wehîd wiha got: "Mebesta min ji vê yekê ew e ku em jiyanê li şûna amûrên kuştinê biçînin. Gelê Efrînê xwedî taybetmendiyeke aştiyane ye û danûstandina efrîniyan bi xwezayê re gelekî baş e."

ANHA