‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’

Di axaftinên Kogreya Damezirîner a Ciwanên Reqayê de hate destnîşankirin ku ciwan avakarên welatan in, ji ber vê yekê pêwîst e ciwan xwe bi rêxistin bikin. Her wiha hate tekezkirin ku kongre ne tenê ji bo ciwanên Reqayê lê belê ji bo hemû ciwanên Sûriyeyê serkeftinek e.

‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’
‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’
‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’
‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’
‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’
‘Ciwanên birêxistinkirî afirînerên welatan in’
29 hezîran, 2018   12:35

REQA

Yek ji rêveberên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Harûn Kobanê di Kongereya Damezirîner a Ciwanên Reqayê de axivî û diyar kir ku lidarxistina kongreyê ji bo ciwanên Reqayê pêngaveke dîrokî ye.

Kobanê di berdewama axaftina xwe ev tişt got: "Bi saya şehîdên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin em vê kongreyê li dar dixin. Di serî de em kongreyê li hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Em wek ciwanên Reqayê deyndarên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Rêber Ocalan rêya ciwanên Reqa û hemû ciwanên Rojhilata Navîn ronî kir. Ji ber vê yekê em lidarxistina kongreyê li rêberê neteweya demokratîk Abullah Ocalan pîroz dikin."

Harûn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tevlêbûna bi hezaran ciwanên Reqayê ya kongreyê tê wateya bersiva êrîş û gefên ku li ser Sûriyê têne kirin û ev tişt bi lêv kir: "Êrîşên ku li ser Sûriyeyê têne kirin hemû bi armanca ku pêşeroja Sûriyeyê tevlihev bikin. Lê belê tevlêbûna ciwanên Reqayê îro nameyeke diyar e li hember van êrîşan. Em bi hêvî ne ku berhemên kongreyê wê ji bo avakirina Sûriyeyeke pêşerojê baş be û ciwan wê serkêşiya vê pêşerojê bikin."

Harûn destnîşan kir ku hemû şoreşên ku li Rojhilata Navîn çêbûn bi xwe re xirabî û hilweşandin anîn û hişt ku aloziya Sûriyeyê dirêj bibe, ji ber vê yekê pêwîst e ciwanên Reqayê rewşa xwe ya heyî û şoreşên ku armancên xwe pêk neanîn nîqaş bikin û xwe li beranberî berhemên wê berpirsyar bibînin.

Di dawiyê de Harûn Kobanê got ku ciwan dikarin xwe bi rêxistin bikin û xwe ji fikrên paşverûtiyê yên ku çeteyan di serê wan de çandine, rizgar bikin.

Her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê endama meclisê Şemsa El-Salih axivî û diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî wan Kongreya Damezirîner a Ciwanan li dar xist û tekez kir ku ev pêngaveke dîrokî ye.  

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa jî axivî û destnîşan kir ku lidarxistina kongreyê ne tenê serkeftina ciwanên Reqayê ye, her wiha serkeftina hemû ciwanên cîhanê ye. 

Di dawiyê de Leyla Mustafa got ku ciwan mekanîzmeya avakirina civakê ne û tekez kir ku ew bingeha avakirina pêşeroja Sûriyeyê ne.

Her wiha endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Zohat Kobanê destnîşan kir ku yek ji erkên ciwanan e ku civakê bi rêxistin bikin û wiha pê de çû: "Tu kes nikare îradeya gelê me yê birêxistinkirî bişikîne. Ji ber vê yekê ciwanên me xwe bi rêxistin dikin. Wekî ku me çawa Reqa rizgar kir, em ê bi saya hêza ciwanan wê bi rêxistin jî bikin. Lidarxistina kongreyê jî mînaka vê yekê ye. Bila hemû cîhan bizane ku em em dikarin jiyana xwe di hemû aliyan de bi rêxistin bikin."

Di dawiyê de Zohat Kobanê got ku çi kesê ku baweriya wan bi hêza ciwanan tune ye ew rastiya xwe nas nakin, ji ber ku ciwan stûna welat in û rola wan di avakirina Sûriyeyê û parastina wê de ya sereke ye.

(bx/ew)

ANHA