Rêziknameya Meclisa Ciwanên Reqayê hate erêkirin

Ciwanên Reqayê Rêziknameya Hundirîn a Meclisa Ciwanên Reqayê ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatiye amadekirin, erê kir.

Rêziknameya Meclisa Ciwanên Reqayê hate erêkirin
29 hezîran, 2018   12:52

REQA

Kongreya Damezirîner a Ciwanên Reqayê dewam dike. Beşdarên kongreyê rêziknameya Hundirîn a Meclisa Ciwanên Reqayê û Gundewarên Wê ku ji aliyê komîteya amadekar a kongreyê ve hatiye amadekirin, piştî dengdayînê erê kir.

Di xalên hatin erêkirin de pênaseya Meclisa Ciwanên Reqayê, her wiha armancên meclisê  û rêbaz û şertên endamtiyê hatine destnîşankirin.

ANHA