'Kongreya Ciwanan ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve gaveke girîng e'

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan di Kongreya Damezirîner a Meclisa Ciwanên Reqayê de axivî û got ku kongre dê bibe gaveke din a ber bi avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk ve û destnîşan kir ku pêwîst e hemû beşên civakê ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê tê bikoşin.

'Kongreya Ciwanan ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve gaveke girîng e'
29 hezîran, 2018   09:55

REQA

Kongreya Damezirîner a Meclisa Ciwanên Reqayê ku li Lîstgeha Firat a bajarê Reqayê tê lidarxistin, didome. Di kongreyê de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan axivî û di destpêka axaftina xwe de kongre li hemû ciwanan pîroz kir. El-Qeftan got ku ew di wê baweriyê de ne ku kongreya ciwanên Reqayê gaveke din a ber bi avakirina Sûriyeya azad a demokratîk ve ye.

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de jî got ku çeka ciwanan birêxistinbûn û fikra azad e û wiha dom kir: "Çeka rast ji ciwanan re fikra saxlem e. Ne çek e wekî tişta komên terorîst pêk anîn."

El-Qeftan bal kişand ser dirûşma kongreyê û wiha dom kir: "Kongre bi dirûşma ber bi guhertina Sûriyeya pêşerojê ve hatiye lidarxistin. Lê divê em baş bizanin ku guhertin wê ne bi çekan pêk were. Divê guhertin bi fikr û zanistê pêk were, lewma em berê Sûriyeyê ber bi demokrasiyê û azadiyê ve dibin. Em dixwazin ku ciwanên ku hêza welatê me ne, divê wêranî û çek were rakirin."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan di dawiya axaftina xwe de jî got ku divê hemû beşên civakê, ne tenê ciwan ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a azad tê bikoşin.

ANHA