Welatiyên Minbicê şermezarkirina gefxawrinên Tirkiyeyê didomînin

Meclîsa Xeta El-Muhterêq a bajarê Minbicê gefxarinên Tirkiyeyê li dijî bajarê Minbicê û alîkariya wê bi komên terorîst re şermezar kirin û diyar kirin ku ew bi temamî amade ne parastina bajarê xwe bikin û ti carî serê xwe ji gefxwarinên Tirkiyeyê re ku jiyana wan a hevbeş armanc dike netewînin.

Welatiyên Minbicê şermezarkirina gefxawrinên Tirkiyeyê didomînin
28 hezîran, 2018   11:21

MINBIC

Enqere di van demên dawî de gefa dagirkeriya herêma Minbicê dixwe, vê yekê hişt ku hêrsa welatiyên herêmê li dijî wê zêde bibe û bi tundî gefxwarinên li dijî aramî û ewlehiya herêmê şermezar kirin.

Girêdayî mijarê, Meclîsa Xeta El-Muhterêq a başûrrojavayê bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê gefxawrinên Tirkiyeyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Hevseroka Xeta El-Muhterêq Deleh Hisên ve hatiye xwendin, hebûna dagirkeriya Tirkiyeyê ya "toranîst" li ser axa Sûriyeyê û destwerdana wê di karûbarên Sûriyeyê de û alîkariya wê ya rasterast bi çeteyên Mertala Firatê re hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Em ji kujer Erdogan re dibêjin ku pêkhateyên Minbicê bi hemû gelê Sûriyeyê re yek dest in û em ti carî rê nadin ku destdirêjî li herêma Minbicê were kirin."

Deleh di daxuyaniya xwe de xwespart gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wiha dibêje: "Eger çekên giştî cîhanê di destên me de bin, em ti carî bi êrîşan nafikirin û eger giştî cîhan êrîşî me bike, em ê parastina xwe bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku welatiyên Minbicê xwedî îradeyeke azad û demokratîk in û ti carî bi komployên kujer Erdogan nayên xapandin û wiha hate domandin: "Em weke pêkhateyên Minbicê amade ne parastina bajarê xwe bikin û riya şehîdên xwe bişopînin. Em ti carî zulma li ser civaka xwe qebûl nakin."

ANHA