QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd aşkera kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di qonaxa duyemîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, aşkera kirin.

QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd aşkera kir
QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd aşkera kir
QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd aşkera kir
28 hezîran, 2018   11:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera nasnameyên 2 şervanên xwe yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, aşkera kirin. QSD’ê xuya kir ku şervanên wan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne û her wiha ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Di çarçoveya şerê ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê di pêngava Bagera Cizîrê de dabû destpêkirin de, du şervanên me bi lehengî şer kir û gihaştin asta şehadetê. Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan didin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav: Mehmûd Xilêf

Navê bav: Hemadê

Navê dê: Hidêriya

Cih û dîroka şehadetê: Reqa 12.06.2018 

***

Nav: Ehmed Mihêmid

Navê bav: Mihemed

Navê dê: Zehra

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor  24.06.2018.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk.”