Amerîka û Koreya Başûr li dijî Koreya Bakur li hev kir

Wezîrên Parastinê yên Amerîka û Koreya Başûr ji bo avakirina baweriyê di navbera wan de û ji bo ku cezayê Neteweyên Yekbûyî li ser Koreya Bakur berdewam bike, li hev kir.

Amerîka û Koreya Başûr li dijî Koreya Bakur li hev kir
28 hezîran, 2018   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis û yê Koreya Başûr Song Yong Moo diyar kir ku cezayên li ser Koreya Bakur heta ku Pyong Yang biryarên berbiçav der barê çekên kîmyewî de nede û jê venegere dê berdewam bikin.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr bi daxuanyekê destnîşan kir ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis û yê Koreya Başûr Song Yong Moo ji bo avakirina baweriyê li hev kir.

Her wiha serokê Amerîkayê Downald Trump got ku piştî ku serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re civîya lîsteyên li dijî DYA`yê hatin rakirin. Trump di daxuyaniyeke xwe ya roja 26`ê Hezîranê de diyar kir ku hemû lîsteyên li dijî DYA`yê ji hemû Koreya Bakur rakirin.

Her wiha Trump got ku têkiliya wan bi Koreya Başûr re baş e û her tişt baş derbas dibe lê ew yek ne tiştekî hêsan e û dem jê re pêwîst e.

(bx/ew)