Hêzên Rêjîmê bajarê Derayê topbaran dike, 17 mirin

Hêzên Rêjîma Sûriyê bajarê Derayê û gundewarên wê yên rojhilat û rojava topbaran kir. Di encama de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Rêjîmê bajarê Derayê topbaran dike, 17 mirin
28 hezîran, 2018   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama topbaranê de 3 nexweşxane ji warê xizmetê derketin. Çavdêrî Sûriyê yê mafê mirovan destnîşan kir ku êrîş di roja 9`an de zêde bûne.

Gelek dewletên rojavayî weke DYA, Firensa û Birîtaniyayê bang li Rûsiyayê kirin da ku bi rêzî nêzê peymanên xwe li başûrê Sûriyê bibin û êrîşên hêzên Rêjîmê rawestîne.

Hêzên Rêjîmê di 19`ê Hizîranê de dest bi êrîşên li ser Derayê kir. Gelek pêşketin bidest xistin û herêmên gundewarên rojhilat kir bin serweriya û bi vê yekê çekdarê opozisyonê kir du perçe, her wiha êrîşên xwe berfireh kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn ku 17 sivîl di nav de 6 zarok jî di encama tevgera leşkerî de jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyekî din jî li herêma bakurê Dera ji ber topbarana hêzên opozisyonê  12 leşkerên Srûiyê hatin kuştin

Li rojhelatî bajarê Dera jî şerekî giran li derdora bargeha ezmanî  rû dide. Ev piştî ku hêzên rêjîmê xwest ku herêmên di bin serweriya opozisyonê bixin bin kontorla xwe pêk hat.

 (bx-cu)