YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir

YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Çiyayê Hawar de gelek çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin û her wiha 6 şervanên wan jî şehîd bûne.

YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
YPG’ê nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkera kir
28 hezîran, 2018   10:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek da û tê de aşkera kir ku di 3-4’ê Nîsanê de hêzên wan li Çiyayê Hawar ê navçeya Raco ya Efrînê rêzeçalakî li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker li dar xistine û di van çalakiyan 6 şervanên wan gihaştine şehadetê. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Ji çapemenî û gelê me re,

Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên me di 3-4’ê Nîsanê de li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker ku li Çiyayê Hawar ê li navçeya Raco ya Efrînê bi cih bûbûn, rêzeçalakî li dar xistin. Gelek çeperên dijmin hatin rûxandin û her wiha gelek leşker û çeteyên dijmin jî hatin kuştin. Lê belê di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Di  van pevçûnên dijwar de 6 hevrêyên me bi rihekî fedayî û heta guleya xwe ya dawîn şer kir û gihaştin şehadetê.

Sicîlên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Agirî Zagros

Nav û paşnav: Zozan Ibrahîm

Navê dayikê: Ferîde

Navê bav: Hemed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn-Raco-Çiayayê Hawar / 3 Nîsan 2018

*****

Nasnav: Harun Mardin

Nav û paşnav: Abdullah Turgay

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Cimo

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 3 Nîsan 2018

******

Nasnav: Merwan Derwêş Laşer

Nav û paşnav: Abdullah Şimşek

Navê dayikê: Lütfiye

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 3 Nîsan 2018

******

Nasnav: Rênas Rêber

Nav û paşnav: Vedat Şahin

Navê dayikê: Saniye

Navê bav: Teyfik

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar/ 4 Nîsan 2018

******

Nasnav: Rizgar Amanos

Nav û paşnav: Abdurezak Çiçek

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Memet

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 4 Nîsan 2018

*******

Nasnav: Şervan Şahan

Nav û paşnav: Baran Sevek

Navê dayikê: Hisniye

Navê bav: Heci

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawar / 4 Nîsan 2018

Navenda Ragîhandina YPG

28/hizêran/2018

ANHA