Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina riyan kir

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ji bo serersatkirina riyên navçeyê 40 milyon lîreyên Sûrî veqetandiye.

Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina riyan kir
27 hezîran, 2018   16:05

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî dest bi sererastkirina riya ketina bajêr ji aliyê rojhilat û hemî riyên taxên navçeyê kir.

Şaredarî ji bo projeya sererastkirinê 40 milyon lîreyên Sûrî veqetandiye. Tê payîn ku şaredarî wê xebatên sererastkirinê di nava 30 rojan de bi dawî bike.

Li gorî Hevserokê Komîteya Teknîkî ya Şaredariyê Osman Bozan wê riyên navçeyê tenê qîr bikin û dê xebatên xizmetguzariyê li gorî girîniyê bimeşînin.

Her wiha Bozan destnîşan kir ku ji ber derfetên kêm şaredarî nikare projiyên xizmetguzariyê yên ku amadekirine bi cihbîne.

(şx)

ANHA