4 welatên ereb li dijî Qatarê doz vekirin

Koma dewletên erebî yên dijberiya Qatarê dikin, îro der barê binpêkirina ezmanî li Dîwana Edaletê ya Navdewletî li dijî Qatarê doz vekirin. 

4 welatên ereb li dijî Qatarê doz vekirin
27 hezîran, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Welatên ereb (Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misr) ku dijberiya Qatarê dikin, der barê dosyaya binpêkirina Qatarê ya ezmanî de li Dîwana Edaletê ya Navdewletî doz vekirin. Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî (WAS) der barê mijarê de got ku doza binpêkirina serweriya ezmanî ya 4 dewletan dikeve nav sîstema Rêxistina Balafirên Sivîl a Navdewletî (ICAO) lê wan biryar da ku li Dîwana Edaletê ya Navdewletî dozê vekin.