Serweriyên rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî rojavayî û Rûsya bi hêrs kir

Şandeyên Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyeyê erêkirina biryara projeya Birêtaniya ya desthilatdarî û serweriyeke nû ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî re red kirin û bi riya wê dikare aliyên ku êrîşên bi çekên kîmyawî pêk anîne diyar bike.

Serweriyên rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî rojavayî û Rûsya bi hêrs kir
27 hezîran, 2018   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyeyê di civîneke taybet bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî de li Lahayî a Holandayê erêkirina Desteya Çavdêriya Navnetewî ya girêdayî desthilatdarî û serweriyeke nû ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî re red kirin da ku bi riya wê bikaribe aliyên ku êrîşên bi çekên kîmyawî pêk anîne diyar bike.

Birêtaniya û hevkarên wê yên rojavayî pêşniyar kirin ku serweriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî berfirehtir bibe, da ku karibe aliyên çekên kîmyawî bikar anîne diyar bike. Vê yekê jî hişt ku dijberiyeke nû li hemberî Rûsya derbikeve.

Wezîrê Karên Derve yê Birêtaniya Boris Johnson di civîna taybet de siyasetên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî pêşniyar kirin û wiha got: "Me hemûyan hêvî kir ku armûrên kuştinê yên giran neyên bikaranîn, lê rewşa kambax ew e ku çekên kîmyawî careke din hatin bikaranîn."

Johnson di axaftina xwe de wiha domand: "Em weke civaka navnetewî ne pêkan em van binpêkirinên li hemberî hevpeymanên qedexekirina çekên kîmyawî paşguh bikin. Ti kes ji me naxwaze zarokên me di nava rewşeke bikaranîna çekên kîmyawî de mezin bibin. Vekirina derfetên bikaranîna çekên kîmyawî bêyî ku bêne cezakirin, gefa li hemberî sîstema heyî ye û hemû netewên cîhanê dixe nava metirsiyan."

Sefîrê Fransayê yê li Holanda Philippe Alliot jî ji aliyê xwe ve wiha got: "Divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî xwedî hêzek be da iku karibe hemû lêpirsînên pêwîst pêk bîne û divê karibe aliyên berpirsyar nîşan bide û lêpirsînên xwe di demên pêş de ji bo diyarkirina berpirsyariyan nîşan bide, eger çekên kîmyawî hatibin bikaranîn."

Sefîrê rêjîma Sûriyeyê Besam El-Sebax jî ji aliyê xwe ve wiha anî ziman: "Pilanên Emerîka di Sûriyeyê de têk çûne" û hewldanên derxistina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ji riya wê ya rast şermezar kir û got ku ev hewldaneke ji bo xizmeta projeyên dijber û siyasetên hilweşandinê ye.

Li rex tunebûna rêbazekî ji bo diyarkirina aliyên berpirsyar ji van êrîşên bi vî rengî, Birêtaniya bi hevkariya hevkarên xwe pêşniyarek pêşkêş kir da ku serweriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî biguherîne da ku karibe "aliyên berpirsyar ji êrîşên bi çekên kîmyawî diyar bike".

Civîn li ser daxwaza Londonê hate lidarxistin. Ev civîn beriya biryara ku şandeya rêxistina navnetewî ya girêdayî êrîşên bi gaza Sarîn û Kilor li dijî bajarê Doma yê Sûriyeyê di Nîsana borî de pêk tê. Di encama êrîşê de ku 40 jiyana xwe ji dest dane û tiliyên tewanbariyê ber bi hêzên rêjîma Sûriyeyê ve hatin nîşandan.

Mosko jî daxwaza guhertinên serweriya Rêxistinê weke "têgeheke hilweşandin" bi nav kir û bingeha qanûnî ya Desteyê sînordar dike.

Ji ber vê civînê nakokî di navbera beşdaran de derket û nîqaşeke hişk di navbera şandeyên Rûsya, Sûriye û Îranê ji aliyekî ve û sefîrên Emerîka û Kanada ve ji aliyekî din ve derketin.

Lihevkirineke di derbarê reşiknameya biryara Birêtaniyayê de pêk nehat û divê şande 24 saetan li bendê bin da ku li paş deriyên girtî dengdayîna wê bête kirin.

Ji bo derbaskirina vê biryarê, pêdiviya pêşniyara Birêtaniya bi erêkirina du ji sêyan ji endaman heye. Hin çavkaniyan diyar kirin ku Rûsya di paş perdeyan de ji bo têkşikandina  vê pêşniyarê tevdigere.