Îsraîlê bersiva topbarana li Xezayê dan

Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê li wesayita endamekî Hamasê xist. Tevgera Îslamî ya Fîlîstînê jî roket avêt Îsraîlê.

Îsraîlê bersiva topbarana li Xezayê dan
27 hezîran, 2018   09:17

Xeza

Li gorî nûçeghanê ajansa me ANHA`yê ji Xezayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li wesayitekê xist. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de tu zerar çênebûn.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, wesayita aktîvîstekî ye ku tevlî bûyerên balona şewatê û teqemeniyê bûye. Hate ragihandin ku di êrîşê de li du nuqteyên çavdêriyê yên Hamasê jî hatiye xistin.

Ev çend hefte ne ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve balafir û balonên bi helyûmê tên şandin. Hin paçikên şewatê û carnan jî teqemeniyên biçûk bi balonan ve tên girêdan. Bi rêya vê taktîkê hewl tê dayin ku zevî û daristanên li aliyê Îsraîlê werin şewitandin.

Piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî wesayitê, Hamasê jî roket avêt Îsraîlê. Hate ragihandin, ji ber êrîşa bi roketan li aliyê Îsraîlê xisar nebûye.