Li Lubnanê kongreya jinên Sûriyeyê li dar ket

Desteya Jinan a Neteweyên Yekbûyî bi dirûşma "Ber bi karê hevbeş ê tevgera jinên Sûriyeyê ve" kongreyek li dar xist. 200 nûnerên jin ku ji çalakvanên sivîl, siyasî, civakî, hiqûqnas ên Sûriye û şêwirmanên NY’yê li paytexta Lubanan Beyrûtê li hev kom bûn.

Li Lubnanê kongreya jinên Sûriyeyê li dar ket
27 hezîran, 2018   08:49

BEYRÛT

Desteya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi aramnca pêkanîna hevdîtin û danûstendina di navbera rêveberên jinan ên Sûriyeyê û pevguherandina tecrubeyan, her wiha pêşxistina têkiliyan der barê karê jinan de û nirxandina encamên şêwiran bi dirûşma "Ber bi karê hevbeş ê tevgera jinên Sûriyeyê ve" kongreyek li dar xist. Di kongreyê 3 encamên şêwirên saziyên jinên Sûriyeyê yên der barê xalên girîng ên jinan de hate nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku dê armanceke hevbeş ji bo pêşxistina jinan were destnîşankirin.

Kongreya ku li Hotela Metropolitan a li paytexta Lubnanê Beyrûtê hate lidarxistin, 2 rojan dewam kir. Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê seroka Buroya Jinan a Karûberên Mirovî ya Aloziyan a Desteya Neteweyên Yekbûyî Hîba Qesas ve hate kirin.

Hîba Qesas destnîşan kir ku hejmarek zêde ya jinên cîhanê bi zehmetî, binpêkirin, zewaca bi darê zorê, zewaca di temenê biçûk de, bêxwendinî, xizanî, çewisandin, şer û aloziyên heyî re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman: "Tevî wan zehmetiyan rêxistin û tevgerên jinan ji bo ku jin mafên xwe bi dest bixin têkoşînê didin meşandin. Bi vê yekê jî tê xwestin ku jin rola xwe di avakirina aştî û ji nû ve avakirinê de bigire."

Hîba her wiha destnîşan kir ku beşdarbûna jinan di kongreyê de derfetek e ji bo xebateke hevbeş û pêşxistina tevgera jinan û pêkanîna armanca wan, bidestxistina mafên wan e.

Di kongreyê de 6 rûniştinên şêwirî pêk hatin. Di van rûniştinên şêwirî de rêzebiryar hatin dayîn, bi taybet ji bo pêşxistina pêşerojeke niştimanî ya Sûriyeyê. Beşdaran destnîşan kir ku ew ê ji bo pêkanîna aramancên jinan tê bikoşin da ku bigihîjin rewşeke hevbeş a temam ji jinên Sûriyeyê.

Di heman demê de xalên sereke yên parastina ewlekarî û metirsiyên li ser jinan tê û bi taybet ji dema şerê çekdarî de jin herî zêde rastî destdirêjî, bikaranîn, bazirganî, zayendî, revandin, girtina bi zorê, revandin û her wekî din tên. Her wiha hate desntîşankirin ku qanûn li dijî tundî, tundiya cinsî û malbatê, her wiha karkirin ji bo pêkanîna li dijî bazirganiya mirovan li gorî yasaya mafên mirovan pêk bînin.

Ji xalên pêş ên aborî jî, avakirina bankayekê da ku projeyên biçûk û navîn ên jinan û ciwanan fînase bike, her wiha qerdên ji bo perwerdeyê bidin jinên ciwan. Li aliyê din jî piştgiriya jinan bikin da ku bikarin bigihîjin biryara aborî.

Xalên pêş ên siyasî jî ew in ku jin bi rêjeya ji sedî 30 cihê xwe di xebatên siyasî de bigirin û di hemû aliyan de cihê xwe di dayîna biryaran de bigirin, her wiha jin di avakirina destûra nû de cih bigirin. Li aliyê din jî divê hemû girtiyên jin ên siyasî li gel hemû aliyan serbest werin berdan.

Ji aliyê pêşengên civakî ve jî biryar hate dayîn ku rewşa jinan a tenduristî, çandî û civakî were pêşxsitn, her wiha li dijî adetên civakî yên li dijî jinan têkoşîn were destpêkirin. Rewşa jinan were başkirin û derfetên kar û perwerdeyê jê re werin peydakirin.

Ev xalên hatin nirxandin dê ji NY’yê re werin şandin da ku werin erêkirin û li ser erdê werin pratîzekirin.

ANHA