Biryara vegera Efrînê neyînî lê vegeriya

Şêniyên Efrînê yên koçî Tirkiyeyê kirine, ji hêla dezgehên çapemeniyê û artêşa tirk ve teên xapandin. Tê gotin ku Efrîn aram e lê belê piştî şênî vedigerin rastî girtin û îşkenceyan tên û her wiha tên talankirin.

Biryara vegera Efrînê neyînî lê vegeriya
27 hezîran, 2018   08:48

TOLÎN HESEN / EFRÎN

Welatiyê bi navê Fayîk Îbrahîm ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye. Ragihandin û çapemeniya tirkan ew xapand û hişt ku piştî 5 salan li Efrînê vegere û serdana xizmên xwe bike. Lê ew ji aliyê dagirkeran ve hate girtin û rastî îşkenceyan hat.

Nûçegihana ajansa me xwe gihand Îbrahîm. Îbrahîm mîna hemû welatiyên ku li wê derê kar bikin berê xwe da Tirkiyeyê. Demeke dirêj li Tirkiyeyê xebitî. Ji ber şer, pevçûn û girtinên ku li ser sînorê Efrînê û bakurê Kurdistanê çêdibûn nikaribû serdana Efrînê bike.

Piştî ku artêşa tirk a dagirker di 18`ê Adarê de Efrîn dagir kir, dezgehên çapemeiya tirkan dest bi derewan kir û got ku Efrîn ewle ye û rewşa wê aram e, berovajî tiştên ku li kantonê çêdibin. Gelek şêniyên Efrînê bi vê yekê hatin xapandin. Berê xwe dan Efrînê û ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin revandin.

Îbrahîm çîroka xwe ya 15 rojên li Efrînê vegot

Îbrahîm çîroka xwe ya 15 rojan got ku ji Tirkiyeyê berê xwe da deriyê Bab El-Selama yê li herêma Ezazê û ev tişt anî ziman: "Dema ku ez gihaştim Efrînê çeteyan çenteyên min ji min girtin. Tenê cilê min tê de bûn. Ez çûm mala yek ji xizmên xwe. Du roj paşde ez ji aliyê çeteyan ve hatim revandin. Ez 4 rojan di girtîgehê de mam. Min nizanîbû ez li ku derê me. Gelek girtiyên din ên kurd di girtîgehê de hebûn. Em dihatin îşkencekirin."

Îbrahîm destnîşan kir ku piştî lêkolînan çeteyan hezar û 200 dolar jê xwest da ku wî serbest berdin û wiha pê de çû: "Pereyê ku jin min dixwestin min da çeteyan. Bi hincetên şaş sivîlan digirin da ku li beranberî girtina wan pereyan jê bistînin."

Piştî ku Îbrahîm pere da çeteyan, nikarîbû bigihîje cihê jidayikbûna xwe li navçeya Cindirêsê ya ku 20 km dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Di vê çarçoveyê de Îbrahîm ev tişt got: "Efrîn bûye cihê metirsiyê. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê pereyan ji xwediyên dikanan distînin. Her wiha zeviyên cotkaran didizin."

Ji ber ku kurd bû torbeyekî nan negirt

Îbrahîm got ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi cureyên cuda tevliheviyê di navbera kurd û ereban de derdixin û wiha got: "Rojekê min berê xwe da firinê da ku ez nan bikirim. Piştî ku nanpêj nas kir ku ez kurd im, ji min re got ku biçe sûkê nan bigire û nan neda min."

Fayîk destnîşan kir ku wî nikaribû li Efrînê razaba û diyar kir ku heger tu bixwaze razê pêwîst e kesek parastina te bike, ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bê sedem digirin ser malên welatiyan, her wiha bi şev gule bê ser û ber tên avêtin da ku metirsiyê di nava şêniyan de çêkin. 

Piştî 15 rojan biryar da ku ji Efrînê derkeve

Îbrahîm piştî ku ji aliyê çeteyan ve hate îşkencekirin, biryar da ku ji Efrînê derkeve û di vê çarçoveyê de ev tişt anî ziman: "Ji bo ku ez ji Efrînê derkevim min 800 dolar dan çeteyan. Ez li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa hiştim. Paşê ez meşiyam û gihaştim gundekî din ê navçeya Şêrawa."

Îbrahîm niha li navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê dimîne û bang li hemû şêniyên derveyî Efrînê kir ku li Efrînê venegerin ji ber ku rewşa wê ne baş e û ewlehî û aramî lê tune ye wekî ku dagirkerên Tirkiyeyê di ragihandina xwe de dibêjin.

(bx/ew)

ANHA