Li Tebqayê pêşdibistaneke nû vebû

Piştî ku Tebqa ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, kar û xebatên perwerdeyê jî ji nû ve dest pê kir. Meclisa Jinan a Tebqayê navendeke pêşdibistanan a nû vekir.

Li Tebqayê pêşdibistaneke nû vebû
Li Tebqayê pêşdibistaneke nû vebû
Li Tebqayê pêşdibistaneke nû vebû
27 hezîran, 2018   09:09

TEBQA

Li Teqqayê bi serkêşiya Meclisa Jinan navendeka nû ya pêşdibistanan bi navê Pêşdibistana Emel hate vekirin. Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Rewşen Hemê û hin mêvanên ji herêma Sirîn û Kobanê beşdarî şahiya vekirina navendê bûn.

Navenda ku hate vekirin, ji 3 odeyan pêk tê û  dê ji bo perwerdekirina zarokan û fêrkirina wan bixebite. Her wiha di navendê de hemû pêdiviyên zarokan ji bo lîstikan hene.

Rêvebera Meclisa Jinan a Tebqayê Sûad El-Reşîd diyar kir ku ji mafê zarokan e ku azad bijîn û bi lîstokan bilîzin.

Paşê deriyê navenda pêşdibistanê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin û şêranî li kesên amade hate belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Tebqa di 10`ê Gulana çûyî de li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk hate rizgarkirin, Meclisa Jinan ji bo pêşwazîkirina zarokan û perwerdekirina wan karê avakirina navendên pêşdibistanan didomîne.

(cu/ew)

ANHA