'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'

Tiştekî ku ji koçberiyê û windakirina xizm û malbatê dijwartir tune ye, nemaze hilweşandina her deverekê. Ev rewş di tabloyeke şêwekariyê de ya koçberê bi navê Mihemed El-Hesen ku di kampa Eyn Îsa de bi cih bûye tê vegotin. El-Hesen diyar dike ku wî di nexşekirina tabloyê de rengên hêviyê bi kar anîne û wiha dibêje: "Ez li vir im û hê jî li ber xwe didim."

'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
'Tu kes nikare xewn û hêviyên me têk bibe'
27 hezîran, 2018   06:07

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Şerê ku li Sûriyeyê di van salên borî de rû daye, rengê jiyana welatiyan guherand û binesaziya herêman hate hilweşandin. Her wiha di encama şer de bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê hatin koçberkirin û niha di kampên koçberiyê de hatine bicihkirin.

Gelek alî bala xwe nadin ser koçberan, ka çawa dijîn û gihaştin çi astê, tişta ku nas dikin ew e ku ji van kesan re "koçber" dibêjin ku bi alîkariya hin rêxistinan dijîn û dilê wan de hêviya vegerê heye.

Di kampa Eyn Îsa ya koçberan de welatiyên ji seranserî herêmên Sûriyeyê hatine bicihkirin. Di nava van koçberan de gelek kesên afirîner jî hene. Evan afirînerî jî di bin konê koçberiyê de di nava êş û azaran de hatine veşartin û li benda aliyan e ku van afirîneriya bibîne.

Di bin koneke koçberiyê de şêwekar Mihemed Hesen ji ber germa havînê aliyên konê rakirine û tabloyên xwe nexşe dike.

Şêwekar Mihemed El-Hesen ji welatiyên bajarê Reqayê ye û 46 salî ye û bavê 4 zarokan e; 2 keç û 2 xort. Mihemed El-Hesen beriya ku çeteyên DAIŞ'ê dagirkeriya bajarê Reqayê bikin xebatên xwe yên şêwekarî û muzîkê dida meşandin. Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ew neçar ma dest ji şêwekariya xwe berde. Çeteyên DAIŞ'ê dema ku bi ser mala Mihemed El-Hesen ve hatin, hemû tabloyên şewitandin, ûda wî jî şikandin û giştî mala wî şewitandin.

Mihemed El-Hesen ji ber hovîtiya çeteyan neçar ma koçberî herêma Eyn Îsa bibe û di kampê de bi cih bibe. Di kampê de careke din dest bi xebatên xwe yên şêwekariyê kir û nexwest dest ji xewn û hêviyên xwe berde. El-Hesen niha di tabloyên xwe de serpêhatiya herêmê bi rengên hêviyê vedibêje. Her wiha rewşa koçberên di kampê de jî di tabloyên xwe de nexşe dike.

Şêwekar Mihemed El-Hesen di tabloyên xwe yên rengîn de diyar dike ku tevî hemû serpêhatiyên xwe hê jî li ber xwe dide.

Mihemed El-Hesen girêdayî mijarê ji ajansa me ANHA'yê re axivî û wiha got: "Ez aramiya xwe di şêwekariyê de dibînim, ez hemû dema xwe di nexşekirina tabloyan de diqedînim. Ez di her tabloyeke xwe de peyamekê ji derdora xwe re dişînim."

Der barê rewşa ku şêwekar Mihemed El-Hesen tê re derbas bûye de wiha li axaftina xwe zêde kir: "Li vir di kampa koçberiyê de êş û zordarî kom dibin. Koçber li ser alîkariyên rêxistinan dijîn. Lê hêviya me ya vegera bajarê me piştî ku hate rizgarkirin mezin bûye."

El-Hesen behsa daxwazên xwe kir û wiha pê de çû: "Xewn û daxwazên min hene û tu kes nikare têk bişikîne." El-Hesen got ku hêviya wî ya vegerê gelekî mezin e û got ku eger derfet jê re peyda bibe dê pêşangehekê li dar bixe û tê de tabloyên xwe pêşkêş bike.

El-Hesen di dema niha de nikare vegere bajarê xwe ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê giştî mala wî şewitandine û lêçûnên sererastkirina malê bi wî re tune ye. Mihemed El-Hesen dîsa jî hêviyên wî mezin in da ku vegere bajarê xwe û jiyana xwe ji nû ve geş bike.

Şêwekar Mihemed El-Hesen yek ji kesên afirîner di kampê de ye. Li rex şêwekariya xwe her wiha helbestan jî dinivîse.

ANHA