Li Neblîsê 50 kes birîndar bûn

Li Filistînê ji ber meqamê Yûsif pêxember di navbera filistînî û hêzên Îsraîlê de pevçûn derket. Di encamê de 50 kes birîndar bûn û 7 kes jî hatin girtin.

Li Neblîsê 50 kes birîndar bûn
26 hezîran, 2018   10:01

XEZA

Çavkaniyên ji Filistînê ragihand ku li Neblîsê dema ku îsraîliyan xwest meqamê Yûsif pêxember dagir bikin da ku kevneşopên xwe yên olî pêk bînin, ciwanên filistînî êrîşî wan kir û di navbera wan de şer derket.  Hêzên Îsraîlê gule li filistîniyan reşandin û di encama gulebaranê de 50 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan da zanîn ji welatiyên birîndar 26 welatî bi guleyan birîndar bûne. Di nav birîndaran de zarokekî 14 salî jî heye, 24 kesên din jî bi bombeyên gazê birîndar bûne.

Çavkaniyan da zanîn ku hêzên Îsraîlê êrîşî kampa Bilat a rojhilatê bajêr kir û di encamê de di navbera wan de pevçûn çêbû û 7 ciwanên filistînî hatin girtin. Li gorî çavkaniyan 3 kesên ku hatine girtin, girêdayî tevgera Fetih û Cîhada Îslamî ne.

(cu/ew)

ANHA