Bolton diçe Mosko, başûrê Sûriyeyê li ser maseya lûtkeya Trump û Pûtîn e

Wezareta Karê Derve ya Rûsiya diyar kir ku Wezîrê Derve yê Rûsiya Sergey Lavrov wê bi şêwirmendê Serokê Amarîka yê karûberê Ewlekariya Netewî  John Bolton re hevdîtin pêk bîne. Wezaretê da zanîn ku hevdîtin di çarçoveya amadekariya civîna di navbera Pûtîn û Trump de wê di roja 27'ê hizêranê de li Mosko pêk were.

Bolton diçe Mosko, başûrê Sûriyeyê li ser maseya lûtkeya Trump û Pûtîn e
26 hezîran, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Rûsiya diyar kir ku Sergey Lavrov dê bi şêwirmendê Serokê Amarîka John Bolton re bicive ku yekemîn car piştî ku ji aliyê serok Trump ve hatiye erkdarkirin sibe serdana Moskoyê dike.

Tê payîn ku balê bikişînin ser karûbarên Sûriyeyê û bi taybet di çarçoveya geşedanên dawî li başûrê Sûriyeyê û hewldanên pêkanîna lihevhatinên di navbera Mosko û Waşintonê û Umanê de yên girêdayî xebatên pêşwext li herêmê li ser bingeha çalakiya leşkerî ya niha li başûrê Sûriyeyê

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov destnîşan kir ku welatê wî hêvî dike ku karûbarên Sûriyeyê li rex têkliyên dualî bi Bolton re di serdanê de gotûbêj bikin.

Hêjayî gotinê ye ku serdana Bolton ji roja Duşemê dest pê kiriye û dê sê rojan dom bike û di nava serdanên wî de Mosko jî heye. Her wiha dê asoyên lûtkeya herdu serokên Amarîka û Rûsyayê gotûbêj bike.