Buroya PYD'ê li Holê hate vekirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi merasîmekê buroyek li navçeyaHolê ya girêdayî Kantona Hesekê vekir.

Buroya PYD'ê li Holê hate vekirin
25 hezîran, 2018   19:17

HESEKÊ

Hevserokên PYD'ê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen, endamên partiyê û dehan şêniyên navçeya Hol tevlî merasîma vekirin bûn.

Hevseroka PYD'ê Eyşa Hiso vekirina buroyê li şêniyan pîroz kir û destnîşankir ku ruxmî fêlebaziyên dewleta Tirk di hilbijartinan de, HDP'ê bi serket û derbasî parlamantoyê bû,  ew jî serkeftina herî mezin a partiyê ye.

Şerîta vekirina buroyê bi destên dayîkên Li dawiyê dayîkên şehîdan buro vekirin.

(şx)

ANHA