Embarên Girê Spî genim ji cotkaran pêşwazî dikin

Embarên genim ên herêma Firatê pêşwazîkirina genimên cotkaran didomîne.

Embarên Girê Spî genim ji cotkaran pêşwazî dikin
Embarên Girê Spî genim ji cotkaran pêşwazî dikin
Embarên Girê Spî genim ji cotkaran pêşwazî dikin
25 hezîran, 2018   13:08

GIRÊ SPÎ

Embarên genim ên El-Dehlîz ên li rojhilatê navçeya Silûk a kantona Girê Spî hîn jî genim ji cotkaran pêşwazî dike. Hêza embaran heta 13 hezar ton genim heye. Piştî ku embarên genim ên El-Sexrat tijî bûne embarên El-Helîz dest bi pêşwaziya genimên cotkaran kiriye.

Endezyarê bi navê Hisên El-Ehmed ku kar û xebatên kirîna genim ji cotkaran dike, diyar kir ku ew pêşwaziya genimên cotkaran dikin û got ku ew saet ji 08.00'an heta 18.00'an pêşwaziya genimê cotkaran dikin û wiha dom kir: "Pêşwazîkirina genim û depokirina wê bi rêya memûrên taybet pêk tê. Em ê rojane pêşwaziya 100-150 ton genim bikin. Genim tê kontrolkirin û paşê buhayê wê tê diyarkirin û di embaran de tê bicihkirin.

ANHA