Li Tebqayê piştî dagirkeriya DAIŞ’ê emeliyata yekemîn

Nexweşxaneya Giştî ya Tebqayê piştî ku hate sererastkirin, cara yekemîn emeliyatek kir.

Li Tebqayê piştî dagirkeriya DAIŞ’ê emeliyata yekemîn
Li Tebqayê piştî dagirkeriya DAIŞ’ê emeliyata yekemîn
Li Tebqayê piştî dagirkeriya DAIŞ’ê emeliyata yekemîn
25 hezîran, 2018   13:00

TEBQA

Piştî bidawîkirina tamîr û tadîlata Nexweşxaneya Giştî ya Tebqayê, bijîşkan li nexweşxaneyê emeliyatek kir. Nexweşxane di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de hatibû talankirin.

Odeya emeliyatan ciwanekî 15 salî yê ku tiliyên her du destên wî bi hev ve bûn, bi serkeftî emeliyat kir.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Ibêd Muslim da zanîn ku emeliyat ji aliyê bijîşkê birîndariya giştî Fêsel Elwasl û bijîşkê birînên hestiyan Xanim Meter ve hatiye kirin.

Muslim da zanîn ku ji bo odeya emeliyatan hîn jî pêdiviyên wekî derman û alavên emeliyatan  pêwîst in.

Tê zanîn ku ev nexweşxane xizmetê bê nirx dike û ji beriya demekê ve bi sedan jinên ducanî hatin emeliyatkirin.

(cu-ew)

ANHA