Îranê gefa ji nû ve destpêkirina çalakiyên nukleer xwar

Wezîrê Ewlehiyê yê Îranê diyar kir ku heke dewletên beşdar bi erkên xwe ranebin dê ji nû ve dest bi çalakiyên xwe yên nukleer bikin.

Îranê gefa ji nû ve destpêkirina çalakiyên nukleer xwar
25 hezîran, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Ewlehiyê ya Îranê Mehmûd Elewî îro gefa ji nû ve destpêkirina çalakiyên nukleer xwar. Elewî îdia kir ku heke dewletên beşdar bi erkên xwe ranebin dê ji nû ve dest bi faaliyetên xwe yên nukleer bikin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Pars, Elewî di serdana xwe ya avahiya Fordo ya nukleer de wiha got: "Eger aliyên beşdarî hevpeymana nukleer bi erkên xwe ranebin, em ê çalakiyên xwe yên nukleer gelekî ji berê bêtir xurttir ji nû ve bidin destpêkirin." Her wiha diyar kir ku aliyên ku hevpeymanê binpê bikin dê gelekî ji Îranê bêtir rastî ziyanan werin.

Elewî di axaftina xwe de got ku Tehran dê ji aliyên hevpeymana nukleer re diyar bike ku ‘kurên şoreşê’ dikarin lezgîntir tev bigerin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina Washingtonê ji hevpeymanê ragihandibû û pêkanînên nû li ser Îranê ferz kirin. Dewletên Ewropayê jî diyar kir ku dê hevpeymanê biparêzin û alîkariya Îranê bikin.