Mijarên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibê de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û hilbijartinên Tirkiyeyê. Her wiha rûdanên li Iraq, Yemen û Filistînê jî mijarên sereke bûn.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban
25 hezîran, 2018   07:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de jî rewşa li Sûriyeyê wek mijareke sereke dît. Di rojnameyan de her wiha mijarên girdayî hilbijartinên Tirkiyeyê, rewşa Yemen, Filistînê û Iraqê jî wek mijarên sereke derketin pêş.

Sûriye

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa li Sûriyeyê de sernavê "Ji Washingtonê ji opozîsyona Sûriyeyê re: Piştgiriya me li başûr texmîn nekin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Amerîka ji çekdarên opozîsyonê re got ku li başûr ew ê piştgiriya leşkerî nedin wan û wiha dom kir: "Washington agahî dan çekdarên opozîsyonê ku bela piştgiriya leşkerî li başûr a nêzî Urdinê ji wan hêvî nekin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku peyamên Washington ji opozîsyonê re diyar dike ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de itîfaqek li ser hesabê başûr heye.

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Heyat jî bi sernavê "Bombeyên balafirên şer ên Rûsyayê başûrê Sûriyeyê pê dixin, komên çekdar xwe bi şer digirin" derket. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de sernavê "Rejîm êrîşî başûrê Sûriyeyê dike, da ku xeta ber bi sînorê Urdinê ve veke" avêt. Rojnameyê got ku hêzên rejîmê di êrîşa xwe ya li ser Derayê de pêşketin bi dest xistiye û wiha dom kir: "Piştî itîfaqa li ser herêmên kêmkirina şer ev cara yekem e ku hêzên rejîmê ew qas pêşketinê bi dest dixe. Hêzên rejîmê hewl didin ku bigihîjin sînorê Urdinê."

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Hevgirtina El-Sedr şensê Ebasî yê desthilatdariyê geş dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku xeta siyasî ya Iraqê ber bi oldarê şiî Miqteda El-Sedr ve diçe.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pevçûn ji navenda El-Hudeyda ve nêzîk dibin û El-Hadî rizgarkirinê berdest dibîne". Rojnameyê diyar kir ku şer û pevçûn li nêzî zanîngeha El-Hudeyda li ser rêya di navbera balafirgeh û bendera bajêr de bi dijwarî rûdan. Koma hûsiyan jî gelek rê û kolanên bajêr girtin piştî ku pevçûn ji navenda bajêr ve nêzîk bûn.

Li aliyekî din serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr Hadî diyar kir ku rizgarkirina parêzgeha El-Hudeyda nêzîk e.

Griffith ji bo rawestandina şer piştî Riyadê serdana Edenê dike

Rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Martin Griffith ji bo şerê El-Hudeyda rawestîne serdana Edenê dike". Rojnameyê li ser navê hin çavkaniyên ji şandeyên navneteweyî diyar kir ku Griffith dê cara yekemîn serdana paytexta Yemenê ya demkî Edenê bike û hewl bide çareseriyeke siyasî peyda bike da ku serweriya hûsiyan li ser bajarê El-Hudeyda bi dawî bike.

Rojnameyê da zanîn ku Griffith dê bi serokê Yemenê Ebdrebo Hadî re bicive û gelek pêşniyarên girêdayî peydakirina çareseriyeke siyasî yên ji bo rewşa bajarê El-Hudeyda gotûbêj bike û çalakiyeke siyasî ya berfireh ji bo çarenûsa pêşeroja Yemenê bide destpêkirin. Serdana Griffith ya Riyadê di vê  çarçoveyê de pêk hat.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Kushner lomeyan ji Ebbas dike û nêzîkbûna 'girêdestê' radigihîne, desthilatdarî jî helwesta wî wek 'nîşana têkçûnê' bi nav dike". Rojnameyê diyar kir ku yek ji şêwirmendên mezin ên serokê Amerîkayê Jared Kushner li dijî serokê Filistînê Mehmûd Ebbas derket û "hêz an daxwaza" wî ya peydakirina aştiyê bi Îsraîlê re bi guman dît. Her wiha li hemberî têkçûna rewşa Filistînê wek berpirsyar dît û gef xwarin ku Washington dê "girêdesta sedsalê" ya aştiyê bi "serokê Filistînê re yan bêyî wî" ragihîne. Her wiha diyar kir ku dewletên ku wî serdan kirine dewleteke Filistînê ku paytexta wê Quds e, xwestin. Desthilatdariya Filistînê jî heman bersiva Kushner da û diyar kir ku ev nîşana têkçûna girêdesta sedsalê ye.

Hilbijartinên Tirkiyeyê

Girêdayî hilbijartinên Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye: Hilbijartinên li herêmên kurdî di bin kontrolê de". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "Hilbijartin Tirkiyeyê ber bi bidawîbûna demokrasiyê ve dibe". Rojnameyê diyar kir ku encamên hilbijartinên dawîn Tirkiyeyê derbasî qonaxeke nû dike û bi gumanên hegemonyaya siyasî ya bêsînor dagirtî ye. Her wiha israra Erdogan a paşguhkirina çîna siyasî û çaksaziyê tenê dixe destên xwe.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku Erdogan di toreya yekemîn de bi ser ketiye lê hê jî dê rastî pirsgirêkan were.