Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên gundewarên rojhilata Dêrazorê du şehîdên Erka Xweparastinê Ebdulah Mehmûd û Mihemed Salih ên ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li goristana şehîdan Hanî Hesen oxir kirin.

Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
Şênyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxir kirin
24 hezîran, 2018   17:25

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên rojhilata Dêrazorê, di nav nûnerên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîma oxirkirinê bûn. Kerwana şehîdan ku bi wêneyên şehîdan xemlandî bû ji gundê El-Sebha ber bi goristana şehîda Hanî Hesen li herêma El-Besra bi rêketin.

Merasîm bi turenek leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xwe Parastinê ve dest pê kir.

Piştre ji fermandarê QSD'ê Ebû Leyla El-Egîdî axivî û wiha got:" Em sersaxiya her du malbatên şehîdan re dixwazin. Em hemû kurên we ne û em ê heta pêkanîna wekhevî û azadiya gelê xwe riyên şehîdên xwe dê bi şopînin."

Her wiha endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a gundewarên rojhilata Dêrazorê Feyrûz Mihemed got:" Bi saya şehîdan em gihaştin vê astê û me sazî û meclîsên xwe avakirin, lewra em soza şopandina riyên wan didin."

Piştre endamê rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan Feyrûz Mihemed wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

Girseya gel cenazeya her du şehîdan di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê spartin axê.

(şx)

ANHA