Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir

Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Til Temirê, di xwepêşandanekê de ku li ser rêya navneteweyî li dar xist, daxwaza serbestberdana xizmên xwe yên girtî û naskirina aqûbeta wan kir.

Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê daxwaza serbestberdana xizmên xwe kir
20 cotmeh, 2026   12:35
HESEKÊ

Malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê îro li ser rêya navneteweyî xwepêşandanek li dar xist û daxwaza serbestberdana xizmên xwe yên ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatine girtin û naskirina aqûbet û cihê wan kir.

Di dema xwepêşandanê de, malbatan daxuyaniyek da ku ji aliyê Îdrîs Yûnis ê birayê girtiyê bi navê Mesûd Yûnis ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, malbatan ji hikumeta veguhêz, rayedarên peywendîdar, raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî rêxistinên mafên mirovan xwest dosyaya zarokên wan binirxînin, ji bo berdana wan bixebitin, aqûbet, cih û şert û mercên girtina wan aşkera bikin.

Di daxuyaniyê de navên 5 dîlgirtiyan hatin dayîn ku malbatên wan daxwaza berdana wan dikin: Topal Ednan Nûhî, Ezîz Hewas Îbrahîm, Mesûd Mihemed Tahir Yûnis, Aras Mihemed Remadan û Silêman Hemed El Xadir.

(k)

ANHA