Sêyemîn Platforma Wêjevan û Helbestvanên Tebqayê hate lidarxistin

Sêyemîn Platforma Wêjevan û Helbestvanên herêma Tebqayê bi dirûşma "Sûriya derguşa şarestaniyan û kaniya çandan e" hate lidarxistin.

Sêyemîn Platforma Wêjevan û Helbestvanên Tebqayê hate lidarxistin
24 hezîran, 2018   15:05

TEBQA

Paltform ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Mala Gel a herêma El-Mensûra ve  li bin konekî li herêma El-Mensûra hate organîzekirin.

Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hamid El-Ferec û Roşîn Hemî, Seroka Partiya Sûriye Pêşerojê şaxa Tebqa Musene Semîr, endamên sazî û meclîsên El-Mensûra û her wiha hejmareke rewşenbîr rewşenbîr jî tevlî platformê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin. Hevserokê Meclîsa zagonsaz Hamid El-Ferec û Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya Tebqayê Musene Semîr axivîn û piştgiriya dewlemendbûna çanda Erebî kirin. Her wiha li ser navê hemî pêkhateyên Tebqayê soza destekdayîna welatiyên Efrînê dan.

Piştre helbestvanan helbestên xwe xwendin.

Hêjayî bi bîr xistinêye ku komîteyê beriya vê gelek platformên helbestan di nav bera deştên El-Cirniyê û beravên Tebqayê li darxistibû.

(şx)

ANHA