Artêşa Tirk gundê Sîran yê Sîdekanê topbaran kir

Artêşa Tirk di roja hilbijartinê de jî êrîşên xwe yên li dijî sivîlan li Başûrê Kurdistanê dewam kir. Li gorî çavkaniyên herêmî artêşa Tirk serê vê sibê gundê Sîran ya li herêma Biradost topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Sîran yê Sîdekanê topbaran kir
24 hezîran, 2018   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker tevî ku KCK’ê ji bo selametiya hilbijartinê 24 saet xebatên leşkerî û çalakî da rawestandin, êrişên xwe yên li dijî Kurdan nade sekinandin. Li gorî nûçeya Roj Newesê agahiyên ku ji herêmê hatiye girtin Artêşa Tirk vê sibê gundê Sîran a ser bi Sîdekanê ku dikeve herêma Biradostiyan topbaran kiriye.

Li gorî agahiyên dest pêkê ti zirereke giyanî çênebûye lê, agir bi derdora gund ketiye.

Hate gotin ku gundî piştî topbaranê ji bo vemirandina agir seferber bûne.